Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyona HDP'ê Û CHP'ê li Ser Betalkirina Parlamenterîya Gergerlîoglu


Parlamenterê HDPê Omer Farûk Gergerlioglu
Parlamenterê HDPê Omer Farûk Gergerlioglu

Ji alîyê Dadgeha Bilind ve di rojên borî de 2 sal û 6 meh cezayê zindanê li parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî’yê Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû birîn.

Jiber vê yekê Serdozgerîya Komarê jibo bi cîh anîna cezakirina Gergerlîoglu ketibû dewrê. Lê Jiber ku Gergerlîoglu hîn jî parlementer bû meclîsa Tirkîyê hatibû agahdar kirin.

Bi vê yekê ve girêdayî îro roja Çarşemê piştî xwendina biryara Dadgeha Bilind li meclîsê Tirkîyê parlementerîya Gergerlîoglu hat betalkirin.

Piştî xwendina biryara betalkirina parlementerîya Gergerlîoglu Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Gel a Komarî (CHP) jî nerazîbûn nîşan dan.

Meral Daniş Beştaş
Meral Daniş Beştaş

Cîgira Seroka HDP’ê hiqûqzan Meral Daniş Beştaş dîyar kir ku jiber parvekirineke medya civakî ya aştîxwaz parlementerîya Gergerlîoglu hat betalkirin.

"Biryara Dadgeha Bilind bi temamî sîyasî ye û ev biryar ne dadgehê da û partîya desthilatê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ev biryar da."

Parlementerê Partîya Gel a Komarî (CHP) yê Îstenbul’ê hiqûqzan Sezgîn Tanrikulu jî ser hesabê xwe yê Twîtter’ê jibo betalkirina parlementerîya Gergerlîoglu wiha nivîsî.

"Parlementerîya Gergerlîoglu dijî rihê Dadgeha Qanûna Bingehîn hat betalkirin û jiber ku xebatên wî yên di derbarê mafên mirovan de di nava desthilatê de bibû sedama nerehetîyê û jiber vê jî ew bû armanca desthilatê."
Dîsa Gergerlîoglu jî piştî betalkirina parlementerîya xwe li meclîsa Tirkîye got ku, "Ez ji meclîsê dernakevim. Ev biryar dijî Dadgeha Qanûna Bingehîn e û ez vê biryarê nas nakim. Ez ji Kocaelîyê bi dengen 90 hezar kesan hatim meclîsê. Êdî bes e. Ji vê bêhiqûqê re êdî bes e û bila hemî kes bizanin ku ez dijî kiryarên antîdemokratîk serî natewînim" Wî got.

Hêjayî birxistinê ye ku bi betalkirina parlementerîya Gergerlîoglu hejmara parlementerên HDP’ê ket 55’an. Dîsa hêjayî birxistinê ye ku Gergerlîoglu bi tawana "Propagandaya Partîya Karkerên Kurdistanê" wê 1 sal û 10 mehan li zindanê bimîne.

Raporta Stenbulê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00

XS
SM
MD
LG