Li bajarê Qamîşloyê zilamên navtemen danê êvarê berê xwe didin parkê û xwe bi lîstika Damayê, ku lîstikeke gelêrî ye, mijûl dikin. Ew dibêjin dîroka Damayê vedigere serdema Aşûriyan.
Ew dibêje xwepêşander doza pêkanîna biryara navnetweyî ya 2254 ya li dor çareseriya sîyasî li Sûrîyê dikin.
Meclisa Sûrîya Demoqratîk (MSD) ku nûnertîya Hêzên Sûrîya Demoqratîk(HSD) dike, bi daxuyanîyekê piştgirî ji do daxwazên xelkê Sweydayê nîşan da.
Di nava qeyrana abûrî ya Sûrîyê de, koçberên Sûrî yên ku li Ewropa û derve dimînin, mehane alîkarîya malbatên xwe yên li hindirê welêt dikin. Li gorî pereguhêran, li ser asta herêma Cizîrê mehane nêzîkî 700 hezar dolar ji Ewropayê têne şandin.
Di 2011 an tevî birîyarnama 49an ya taybet bi dana mafê hemwelatîyê ji bo kesên heta niha bê nasanme ne, lê hînjî derdora 150 hezar kes bê nasname mane. Rêjîma Sûrîyê bazirganîya nasnamê dike, ku bi rêya perên zêde nasnamê difroşe Mektûman.
Bo şermezarkiirna êrîşên ser rojnamevanan, Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) çalakiyek li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan ya Netweyên Yekgirtî (NY)ê ya li Qamişloyê li dar xist û bi dehan rojnamevan beşdar bûn.
Li Sûrîyê bi giştî li ser destê giropên çekdar, kêmpêkahtên olî û netewî di nava şerê navxweyî de li rastî tûndîyê hatin ku hînjî ev tûndî û encamên wê berdewam in, mînka wê jî Asûrî û Êzîdîyên herêma Serêkanîyê û Tiltemirê ne.
Li herêmên kurdên Sûrîyê mafê jinan di mîrasê de weke şermek civakî tê nirxandin, civaka sivîl û rêveberîya xweser hewl didin ku vê rewşê biguherînin û jin mafê xwe wek mêr di mîrasê de bidest bixe.
Li gorî Rêveberiya Çandiniyê û Avadenê, rûbera 4 milyon donim genimê avî û 3 milyon donim yê bejî hatine çandin.
Şopîner bawer dikin ku tektîka şerê Tirkîyê dijî kurdên Sûrîyê hatîye guhertin.
Li kampa waşokanî nêzîkî 8 hezar zarok hene, rewşa malbatên wan ya xizaniyê dibe sedem ku piranîya wan zarokan berê xwe bidin kar, di encam de dîyardeya zarokên karker li kampan zêde bibe.
Navenda ragihadina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de kuştina rêberekî DAIŞê yê payebilind li bajarê Reqayê ragihad.
Huda Îd derbidera ji Serêkanîyê ye li kampa Waşokanî dimîne, hezkirina xwe ya neqişkirina ser caw veguherî kar û alîkarîya malbata xwe dike, bi tenten û neqişan konê xwe bedew kir ye.
Li bajarê Hesekê 4 rojin nakokî di navbera êla El Cibûr û milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî rêjîma Sûriyê rûdane.
Nisrîn Eli ya 60 salî, yek ji derbidera serêkanîyê ye, li gel malbata kurê xwe li Hesekê dijîn, ew yek ji hezaran rûniştvanên parêzgeha heskeê yên ku bi derdê bêaviyê dijîn, bi taybet di kampên koçberiyê de û di vê havîna herî germ de.
Kirîza avê li Hesekê berdewam e û ava paqij ji alîyê Tirkîyê ve hatîye birîn. Ji ber vexwarina ava ne paqij, nexweşî belav dibin, bi taybetî di nava zarokan de. Di meha 7an de, tenê li nexweşxaneyekê 400 zarok ji ber nexweşîyên ava nepaqij hatin dermankirin.
Bandora ava ne paqij pir xerab e û rojane bi dehan serîlêdana nexweşxaneyan dikin, ku piranîya nexweşan zarok in.
Di çalakiyê de koma Yekta Herekol û Koma Feraşîn a Meclisa Malbatên Şehîdan, Koma Ava Mezin berhemên xwe nîşandan ku nêzî 200 zarok di şaneyan de lîstin.
Pirtir bar ke