Ji dema êrîşên Tirkîyê yên Cotmehê ve zêde bûne, sazîyên mafên mirov û mafzanên Kurdên Sûrîyê di karê belgekirina encamên êrîşan de dixebitin.
Komxebatên cûrbicûr jibo dîyarkirina tawanan tên darxistin.
Ciwan Mihemed, Serokê Sendîkeya Parêzeran li Herêma Cizîrê, ji Dengê Amerîka re dibêje ku di komxebatan de tawanên ku ji alîyê Tirkîyê ve tên kirin divê li gor zagonên navnetewî werin tekez kirin û destnîşan kirin.
“Em dixwazin dîyar bikin ku ev sûcên ku li herêmên me çêbûne sûcên şer in ku digihejin asta şerên dijî mirovahîyê jî,” Mihemed got.
Tirkîyê dibêje ku ew hêzên Kurd li Sûrîyê dike armanc û hewil dide ku jêderên wan yên dahatê wêran bike.
Mafzanên Kurd dibêjin ku Tirkîyê du caran li gor qanûna navnetewî tawanbar e, yek di pêkanîna êrîşên ne rewa de, ya din jî di armanc û encamên wan êrîşan de.
Xalid Omer, parêzer û Serokê Ofîsa Hindahîyan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê vê yek zelal dike.
“Qanûna navnetewî dê êrîşa Tirkîyê rewa bibîne, dema ku di rewşa parastinê de be, anku dema ku êrîş jii alîyê Sûrîyê ve hember Tirkîyê hat kirin. Lê ev yek tune ye, jiber wilo ev êrîş wekî sûcê êrîşkarîyê tê binav kirin,” Omer da zanîn.
Mafzan piştrast dikin ku li gor qanûna navnetewî ya mirovahî û xala çaran ya Peymana girêdayî Protokola Cenevreyê, Tirkîyê di êrîşên Cotmehê de tawana şer kiriye.
Ciwan Îso, parêzer û endamê Komîteya Koçberên Serêkanîyê, dibêje ku Tirkîyê bi êrîşên xwe tawanbar e.
“Li gor Protokola Cenevreyê û çend peymanên din ku piralî ne û Tirkîyê jî ser wan îmza kiriye, ev êrîşên ser Sûrîyê sûcên dijî mirovahîyê dike,” wî ji Dengê Amerîka re got.
Li alîyekî tevgera hiqûqî ya Kurdên Sûrîyê çalak bûye û li alîyê din mekanîzma vekirina dozan pêş dadeghên cîhanî rastî gelek astengîyan ve tê.
Pispor dibêjin ku Tirkîyê bi xwe hin protokolên mafên mirov îmza nekiriye Loma zehmetîya gihandina van dozan bo dadgehên navnetewî heye. Lê, mafzan bal dikşnînin di vê qonaxê de ku bi kêmanî divê tawan û tawanbar werin belge kirin.