Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşangeha Pirtûkan Ya Heftan Li Qamîşloyê Destpê Kir


Îro şemîyê 28 mehê gera 7an ya pêşangeha pirtûkan li Qamîşloyê destpêkir.

Li gorî komîteya amadekar pêşangeh bi beşdarîya 62 sazî û weşanxane ji hundirê welat û cîhanê tê lidarxistin.

Ebidmecîd Xelef endamê komîteya amadekar got, "Hejmara pirtûkan gihştin 14 hezarî, û navnîşan gihştin 1400 navnnîşanî."

Biryar bû ku Pêşangeha Pirtûkan di hefteya Destpêka Cotmehê de were lidarixstin lê ji ber êrîşên Artêşa Tirkîyê ew hat paşxistin.

Tevî berdewamîya êrîşan jî, rêvebirê weşanxana Bîndarok Evdo Şêxo dibêje lidarxistina pêşangehê bi xwe serkeftineke tevgera çandî beranberî dengê top û rokêtan e.

"Di nava vê rewşa ewlekarî ya xerab de, lidarixtina pêşangehê bi serê xwe serkeftine," Şêxo got.

Li gorî weşanxaneyên beşdar, di gera 7an ya pêşangehê de, rêjeya pirtûkên wergera ji û bo zimanê kurdî yên herî zêde ne.

Mêvanên pêşangehê gazinan ji buhabûna pirtûkan dikin, li gorî weşanxaneyan ev yek bi daketina nirxê lêreya Sûrî beramberî diravên biyanî ve tê girêdan

Yara Mihmed yek ji kesên ku serlêdana pêşangehê di roja yekê de dike, rexne li organîzekirina pêşangehê dike derbarê kêmbûna pirtûkên ku bi mijarê jinan ve girêdayî ne.

Pêşangeha Pirtûkan li Qamîşloyê salane tê daxistin, ji ber êrîşên Tirkîyê ya sala 2019an hat rawestandin, pitşre berdewam kir, her ger 8 rojan dirêj dike, lê ji ber êrîşên Turkîyê ser herêmê û rewşa ewlekarî komîteya amadekar, îsal wê tenê ji bo 4 rojan dirêj bike.

XS
SM
MD
LG