Rojnamevan Mahmud Balî dibêje, gelek hemwelatî vedigerin bajêr, lê jiber tunebûna derfetan jîyan bi awayekî dijwar didome.
Çinar Salih: Heseke bajarekî pir çandî ye, Kurd, Sûryan, Ereb lê dijîn. Hin kes hene dixwazin vê dewlemendî ji holê rakin û şer di navbera gelan de derxin
Bizavkar Xunav Merdînî ku li Londê dijî, di vê hevpeyvîna de behsa şervanê YPG yê Britanî Konstandinos Erik Scurfield û hêstên civata Kurdî li Brîtanya li ser wî şîrove dike
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, yek ji fermandarên YPG Nûhlat Kobanî dibêje, heta ku hemî gundên Kobanê bêne rizgar kirin, wê operasyonên wan berdewam bikin
Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl agahîyên girîng li ser şerê berdewam li devera Serêkanîyê û taybetî li Til Temir dide û jimareke mijarên din şîrove dike
Nûnera Kantonln Rojava li Ewrupa Sînem Mihemed serdana Dengê Amerîka kir û di çend bernameyan de amade bû
Li Rojava cara yekê ye ku hilbijartinên şaredarî têne kirin. Hemwelatî ji sibe demjimêr hêştan vir ve diçin ser sindoqan ku rêvebirên xwe hilbijêrin
Koçer dibêje, piştî ku çeteyên DAIŞ darbeyeke mezin li Kobanê û Til Hemîs xwarin, niha dixwazin êrîşî Serêkanîyê bikin û çikestina xwe veşerin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro Çarşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku şervanê wê yê Britanî Konstandinos Erik Scurfield ku di şerekî dijî DAIŞ de hate kuştin
Rêdur Xelîl dibêje, bi rizgarkirina Til Hemîs xeterîyên mezin li ser Şengal li Başûr û Qamişlo û bajarên din yên Rojava rabûn.
Birêz Mensur dibêje, gelê Rojava bi şehîdbûna Bagok pir êşîye, jiber ku wî di demeke kin de xwe de peywendîyên xurt afirandin û xwe da hez kirin
Piştî ku DAIŞ 150 Krîstîyanên li devera Til Temir revandin, operasyona YPG, Asayîş û Hêza Sutoro ya Sûryanîyan jî zêde bûne ku wan hemwelatîyan rizgar bikin
Wezîrê Parastina Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen dibêje, li gelek gundan mayin û bombe li nav malan hatine veşartin û herî kêm 15 kes jiber wan hatine kuştin
Berxwedan dibêje, heta niha 80 ji sedê gundên Kobanê ji DAÎŞ hatine paqij kirin û jibo gundên mayîn jî operasyonên wan berdewam dikin
Şandeyeke Herêma Kurdistanê çûye bajarê Kobanê ku rewşa heyî bibîne û piştgirîya xwe jibo gelê wê herêmê dîyar bike
Bajarê Kobanê rizgar bû, lê mayin û bombeyên ku DAÎŞ li pişt xwe hiştine hîn xeterîyeke mezin li ser jîyana mirovan dikin
Di bernameya taybet Hello Washington ya Dengê Amerîka de Xalid Berkêl, Cîgirê Serokê Desteya Rêvebir û Îbrahîm Ayhan, parlamenterê HDP yê bajarê Rûha beşdar bûn
Cefer dibêje, piştî wê kiryara dawî, dewletên cîhanê wê helwesteke xurtir li dijî wê koma terorîst nîşan bidin û denge xwe bilindtir bikin
Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Vîyan Kobanî di bernameya de amade bû û li ser roja jinan ya rizgrkirina bajêr de agahîyên girîng dan
Rojnamevan Perwer Mihemed Alî dibêje, di êrîşa hawanî ya DAIŞ de 1 welatî hate kuştin, 7 kesên din jî birîndar bûn
Pirtir bar ke