Ev sê roj in ku DAIŞ bi hêzeke mezin êrîş tîne ser gundê Til Xinzir ya Serêkanîyê. Raportên medyayî radigihînin ku şerên pir dijwar li herêmê diqewimin û ji her du alî jî hindahî hene.
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel li Serêkanîyê Hisên Koçer di vê hevpeyvîna taybet de agahîyên girîng li ser rewşa şer dide.
Koçer dibêje, piştî ku çeteyên DAIŞ darbeyeke mezin li Kobanê û Til Hemîs xwarin, niha dixwazin êrîşî Serêkanîyê bikin û çikestina xwe veşerin.