Yekêtiya Ewrupa û saziyên mafên mirov, vê dawiyê dewleta tirk derheqa binpêkirina mafên mirov, mafên azadiya ramanê û rojnamegeriyê dihê rexnekirin.
Roja Sêşemê 22î Adarê, li bajarê Bruksel, paytexta Belcîka ku, weke paytexta Yekêtiya Ewrupa û weke bingehê NATO û Parlemanê Ewrupa tê naskirin, êrîşên xwekujî li hind ciyên hesas pêkhatin.
Li herêmên Kurdan li Sûriyê, jibo parastina rewşa ewlekariyê, hêzên parastina gel YPG û hêzên Sûriya demokratîk(HSD)ê di amadebaşiyek pêşwext de bûn, tedbîrên ewlekariyek baş hatbûn stendin.
Dr. Kemal kerkukî berpirsê têkliyên Partî Demokratî Kurdistan PDK di hevpeyvîna li gel pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, got" Em weke Partî Demokratî Kurdistan ragihandina Fedralîzmê ya birayên xwe li Rojava pîroz dikîn".
Çekdarê DAIŞê ku li gundê Gular yê kû dikeve di navbera Talafar û Şengalê de, xwe radestî pêşmergeyan kiriye
Çekdarên Daişê li herêmên dewruberên bajarê Mosil êrîşên xwe liser enyên şer li dij hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê zêde kirine, bi taybet piştî behsa amadekariyên rizgarkirina Mosilê tê kirin.
Hewas Xwelîl, endamê komîta Siyasî ya opozisyona Sûrî û Sekirterê tevgera çaksaziya kurd li Sûriyê jibo Dengê Amerîka da xuyakirin ku, divê opozisyon lîsta grupên xwe yên çekdar zelal bike.
Daişê li bajarê Mîdan yê nizîkî bajarê Reqa li bakûrê Sûriyê 8 çekdarên xwe yên ji Holanda tevlî bibûn îdam kirin û 65 çekdar xistin zîndanê.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)ê, ku hêzên kurdan YPG û YPJ di nav dane di du heftiyên derbasbûyî de derbeyên giran li rêxistina Daişê xistin
Di gotûbêja parlemanê de xala herî giring û pir liser hatî rawestîn pirsa Kurd, Tirkiye û serokomarê Tirkiyê R.T.Erdogan bûn.
102 parlamenterên Parlamenta Ewrupayê danezanek îmze kirin, di danezanê de daxwaz ji Yekêtiya Ewrupa tê kirin ku, PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewrupa bê derxistin û li Tirkiyê dialoga aştiyê car din bê destpêkirin.
Mislim doh bi serdanek fermî li Moskowê bû, liser daxwaznama wezareta derve ya Rûsyia li peytaxt Moskow û ligel Mikhail L. Bogdanov, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya civîn pêk anîn
Kanalê fermî yê dewleta Tirk TRTê ragihand ku di avahiyeke li bajarê Cizîrê de, 60 kes hatine kuştin, lê walitiya Şirnexê jî xuya kir ku kesên hatine kuştin 30 kes in
Dorpêça li hember herêma Sûra Amedê zêdetirî 40 rojan e tê berdewam kirin, Navenda PEN a Kurd ku, di Mala Dengbêjan de dimîne, ket ber êrîşên hêzên ewlekariya dewleta Tirk.
Serê sibeya Pênşemê 4.02 firokên cengê yên artêşa Tirk êrîş anîn ser hind herêman li Zaxo.
Pirsa Referandûma li herêma Kurdistanê mijarê rojê ye, dîtin û nerînên jihev cuda tên weşandin, daxweyaniyên berpirs û serokatiya herêmê didin xwe yakirin ku, dê ji xelkê Herêma Kurdistanê bê pirsîn kanê wan serxwebûn ji Îraqê divê yan na
Ekonomiya Herêma Kurdistanê, di krîzek mezin de derbas dibe, berpirsên hikumeta herêma kurdistanê hewil didin, çareseriyekê jêre bibînin, lê weke pisporên ekonomiyê dibêjin, di demeke lezgîn de çareserkirina wê pirsgirêkê gelek zehmet e
Endamê Parlemanê Tirkiyê ji lîsta partiya kurdan HDPê , Faysal Sarîyildiz ji Şirnexê liser rewşa aloz ya Cizîrê pêzanînên dawiyê dide Dengê Amerîka
Serokê DMMEyê Guido Raimondi di peyva xwe ya jibo rojnamevan de pêşkeş kirî weha got: ‘Em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê; bila derhal tedbîrê bigirin.
Pirtir bar ke