Rewşa herêmên Kurdan li Tirkiyê roj bi roj aloztir dibe, ji egera pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û baskê ciwanan, yên ku Tirkiye wan weke şervanên nêv bajaran yên PKKê dibîne, di hind taxên bajarên weke Diyarbekir, Cizire, Silopî û Sirnexê de berevaniyek çekdarî dikin, sivîl dibin qurbanên van pevçûnan, bi dehan kes hatine kuştin, piraniya wan zarok û îxtiyrar in, bi sedhezaran ji mal û milkên wan hatine dûrxistin.
Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrupa(DMME) ji bajarê Strasburg a Fransa bang li Tirkiyê kir da ku di van şeran de sivîlan neke armanc, di çarçova parastina sivîlan de li herêmên şer,Serokê DMMEyê Guido Raimondi di peyva xwe ya jibo rojnamevan de pêşkeş kirî weha got: ‘Em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê; bila derhal tedbîran bigirin. Di dema pêşkeş kirina peyva xwe ya salane de roja pênşema derbasbuyî Raimondi dîsanTirkiye di warê binpêkirina mafên sivîlan de, kuştin û durxistina wan ji war û cihên wan sucdar kir.
Derheqî Peyva Serokê DMME û raporta wê ya salane Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel rojnamevan û lêkolînvan Ahmed Dere ku li bajarê Strasburg dimîne, encam da.
Birêz Dere got" Tirkiye welatê Duyemîne piştî Rûsiya ya ku ji aliyê DMME herî zêde tê ceza kirin".
Dere herwiha da zanîn ku, Guido Raimondi di peyva xwe de bang li Tirkiyê kir derhal operasiyonên xwe yên li dij armnacên sivîl rawestîne,li gur daxwazname û giliyên li dij şîdeta hêzên ewlekariyê Tirk li başûrê rojhilat hatine qebul kirin û tirkiye dê bê ceza kirin.
Dere dîsan got, berî serokê DMME ê peyva xwe pêşkeş bike û raporta salane derkeve, 2 rojan pêşwext wezîrê derve yê Tirkiya Mevlût Çavuşoglu li bajarê Strasburg dîdar li gel Raimondi serokê DMME ya encam da bun.
Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de heye.