Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamekî DAIŞê yê Amerîkî li Şengalê Xwe Radestî Pêşmergeyan Kir


Isis Insurgent
Isis Insurgent

Fermandar Serbaz Heme Emîn fermandarê fewca 2an ya Liwa 8 ya girêdayî Hêzên Pêşmergên Kurdistan li rojhilatê Şengal xuya kir ku çekdarekî DAIŞê yê 27 salî îro li gundekî nêzîkî bajarokê Talafar xwe radestî pêşmergeyan kiriye.

Emin dibêje pêşmergên ku di zêrevaniyê de bûn, hest bi hind liv û tevgerên bi guman kirine, wan jî dewrûberên herêmê giritine, şûnde kesekî bi zimanê Îngîlîzî hawar kiriye û paşê, bi Erebîyeke ne zelal ji wan re gotiye ku, ew dixwaze xwe radestî wan bike.

Ç​ekdarê DAIŞê ku li gundê Gular yê kû dikeve di navbera Talafar û Şengalê de, xwe radestî pêşmergeyan kiriye, navê wî Xweyis Mohamed Jamal e. Bavê wî Erebê Fîlîstînê ye û diya wê ji Mûsile ye. Xweyis welatîyê Amerîka ye û ji eyaleta Virginia dijî.

Di dema girtinê de, gelek belge pê re hatine dîtin yên weke destûrnama ajotinê, kartên bankan û telefonên ji modelên nû, herwiha pereyên Tirkî ligel hin dolaran li ser wî hebûn.

Temamiya hevpeyvîna li gel Fermandar Serbaz Heme Emîn li jêr guhdarî bike.

Hevpeyvin li gel ferman Serbaz Heme Emîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00

XS
SM
MD
LG