Li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê doza 12 bersuçên ku bi kuştina 61 penaberan tên darizandin despêkir.
Ozgokçe dibêje ku ewê xebatên nehêlana tundîya ser jinan bidomînin
Pîrozbahîya Roja Jinan li Wanê bi beşdarbûna sîyasetvan û jinên herêmê pêk hat
Wezaretê da zanîn ku di encama rûdana helîkopterê de 9 leşkerên wan mirine û 4 leşkerên wan jî birîndar bûne
Di erdheja bi hêza 5.9 de 10 kes canên xwe ji dest dabûn ku 4 ji wan zarok bûn û herwiha 67 kes jî bîrindar bûbûn.
Hêzên ewlekarîyê li ser rêya deryê sînor li bajarokê Sereya Wanê pêşîya koma HDP’ê birin û bi sedema qedexeya Walîtîya Wanê ew asteng kirin
Li Wanê Fehîm Abo jiber zextên û gefên deyndarên kurê xwe dawî li jîyana xwe anî û li ser vê yekê kurê wî Serdar jî xwe kuşt
Li Wanê wênekêş Vedat Atli û jimareke dilxwazên din hewil didin ku ajalên kolanan ji dijwarîya zivistanê biparêzin û xwarin ji wan re peyda bikin
Kerem kin bibînin ku xwarina Kurdên herêma Serhedê, Keledoş çawa tê çêkirin
Berpirsên HDPê di preskonferansekê de got Hevseroka Bajarvanîya berê ya Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu, li zîndana tîpa T ya Wanê rastî lêgerîna tazî û êşkencê hatiye.
Dozgerîyê bo cezakirina rojnamevanan wek delîl, axaftinên wan yên telefonê, pirtûk, lênûsk, hevpeyvînên li gel rûniştvanan, kincên Kurdî nîşan da
Li zîndanên Tirkîyê yê hejmarek girtî ji 27’ê Mijdara 2020’an vir ve bi awayekî bêdem û bi dorveger di girevên xwe birçîbûnê de ne
Jimareke çîyagerên Wanê di nav berfê de derdikevin geryanê û seredana dêra St. Thomas ya dîrokî kirin
Bajarokê Ebexê (Çaldiran)a Wanê, dema dibe zivistan, germahî pir caran dikeve pileya 35-40 jêr sifrê de . Lê ev rewş bi teybetî jibo gamêşan ne xeme. Ew di nava vê sarmayê de dikevin nava avê û pelm û kevzê dixwin.
Serokê Odaya Mîmaran yê Wanê Durmaz dibêje ku tenê tunelek hatiye çêkirin û ew jî ne li cîhê aşîtê hatiye ava kirin
Eylul Kaya bi dengê xwe yê zelal, bi şêwazê operayê sitranên Kurdî distirê û wê di demeke kin de bala muzikhezan kişandiye ser xwe
Dadgeha Ceza ya Giran a Muşê, bi îdiaya propagandaya PKK'ê kiriye cezayê 4 salan zîndanê li rojnamevan Îdrîs Sayilgan birî
Yusuf Bor ku li zîndanê çavên wî kor bûne, jibo tazmînata diravî serî Dadgeha Heremî ya Wanê da
Dadgehê bîryara beratê ji rojnamevanên Van TV re da û doza ku dijî rêvebiran jî betal kir
Tahsîn Aytekîn doktorên diranan e, lê hezkirineke wî ya kûr ji çêkirina fîlman re heye.
Pirtir bar ke