Dadgeha Muşê 4 sal Cezayê Zîndanê Da Rojnamevan Îdrîs Sayilgan
Dadgeha Ceza ya Giran a Muşê, bi îdiaya “propagandaya Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) kiriye” cezayê 4 salan zîndanê li rojnamevan Îdrîs Sayilgan birî.
Rûniştina doza rojnamevanê Ajansa Mezopotamya yê (MA) Sayilgan Îro li Dadgeha Cezaya Giran ya Muşê pêk hat.
Dadgehê bîryara xwe eşkere kir û bi îdia “bê navber propaganda rêxistinê kiriye" 4 salê zîndanê da Sayilgan.
Sayilgan nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ew bi hemen îdiayan cara duyê ye tê ceza kirin.
“Ez di 2016’an de bi heman îdiayan hatibûm suçdar kirin û zîndan kirin. Dîsa, jî wek delîlên nû ser min doz hat vekirin. Min di her rûniştina dozê de ev rewş anîn ziman, lê dadgehê guhdariya min û parêzerên min nekir. Di encamê de ez îro bi heman îdiayan hatim ceza kirin.”
Rojnamevan Sayilgan bîryara dadgehê rêxnekir û îdîa kir ku dadgeh li gor berjewendîyên desthilatdarîyê tevdigere.
“Bi rastî jî ev dozên ku ser rojnamevanan Kurd tên vekirin, wek şureke sîyasî tê xebitandin. Dadgeh bi fermanên desthilatarîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi rêve diçin û bîryar didin. Jiber vê yekê dedgeh guh nadin parastinên me.”
Sayilgan bi berdewamî got ku ew wek rojnamevanekî Kurd dê li hember astengîyan û girtinan paşve gav nevêje û karê xwe berdevam bike.
Sayilgan ragihand ku ewê jibo betalkirina vî cezayî serî li dadgaha bilindtir bide.
Hêjayî bîrxistinêye ku Sayilgan di 17'ê Mijdara 2016’an de bi îdiaya “endamtîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê) hati bû zindan kirin û Dadgeha Cezayê Giran a Muşê jê re 8 sal û 3 meh cezayê zîndanê birîbû.
Parêzerên Sayilgan jî, jibo betalkirina cezayê wî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa dabû û dadgehê jî ji Tirkîyê parastin xwestibû.