Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Daxwaza Vekirina Komela Jinan Hat Red Kirin


Endamên Komela Jinan ya Wanê (VAKAD)
Endamên Komela Jinan ya Wanê (VAKAD)

Li Wanê aktîvîstên jin, bi preskonferasekê ragihand ku serlêdana wan ya bo carek din vekirina Komela Jinan ya Wanê (VAKAD) ji alîyê komîsyona rewşa awarte ve (OHAL) hatiye red kirin.

VAKAD di sala 2016’an de bi îdîya “li dijî ewlehîya netewî ya dewletê ye” bi bîryarnameya desthilata qanûnî (KHK) ya hikûmeta Tirkîyê hatibû girtin.

Endamên berê yên VAKAD’ê di Roja Jinan ya Cîhanê de li Komela Mafên Mirovan (IHD) ya Wanê bi preskonferasekê ragihand ku komîsyona OHALê serlêdana wan jiber hemen îdiayan red kir.

Zozan Ozgokçe
Zozan Ozgokçe

Seroka berê ya VAKAD’ê Zozan Ozgokçe got ku jin û alîyên demoratik baş dizanin ku hemî tawanbarîyên dijî wan behiquqî ne.

“Me di nava 13 salan de xizmeta hezaran jinan kir û bo jîyaneke baştir û mafên jinan tekoşîn kir. Di heman demê de me ev xebatên xwe ligel hejmarke sazîyên sîvîl yên Tirkîyê û navnetewî meşandin. Lê sazîya me îro jiber heman hişmendîyê, daxwaza wê ya vekirinê tê red kirin.”

Di nava sedema girtina VAKAD’ê îdiaya “xebatên jibo Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Cemaeta Gulen” jî heye.

Ozgokçe vê yekê red dike û dibêje ku wan bi serê xwe jibo mafên jinan xebat meşandine û piştî girtina VAKAD’ê tundîya ser jinan zêdetir bûye.

“Li Wanê herî zêde VAKAD jibo mafên jînan di nava tevgerê de bû. Jiber vê yekê piranîya jinan ji sazîya me agahdar bûn û bo çareser kirina pirsgirêkên xwe serî li sazîya me didan. Piştî ku sazî hate girtin tundîya ser jinan zêdetir bû.

Ozgokçe herwiha got ku jiber astengî û girtina sazîyên jinan ew nikarin careke din komeleke din vekin, lê ewê xebatên xwe bi şewazeke din berdevam bikin.

“Niha hejmareke endamên me yên berê, jiber metirsîya girtinê nikarîn beştarî vê preskonferasê jî bibin. Me îro carek din zanî ku hikûmeta Tirkîyê destûr nade ku em dîsa wek komel xebatên xwe bimeşînin, em jî wek kesan xebatên mafên jinan bimeşînin.”

Li gor pêzanînên Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê, di sala 2016’an de bi bîryarnameya desthilata qanûnî (KHK) hejmarek komaleyên jînan jî di nav de 360 komel girtine.

AA_08_03_21_Vekirina Komela Jinan ya Wanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG