Rêberên cîhanê îro Pêncşemê pesna Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkî Henry Kissinger didin, lê hevdem rexneyên tund jî li wî hatin kirin ku bi dehan salan wek yek ji dîplomatên herî hêzdar yê sîyaseta Amerîka bû.
Kissinger ku do Çarşemê di 100 salîya xwe de koça dawî kir, wek parêzvanekî jêhatî yê berjewendîyên Amerîkî nav dabû.
Lê, hevdem li ser medyaya civakî, bi berfirehî wek tawanbarekî şer hat bi nav kirin ku bûye sedama zararek mayînde ya li seranserî cîhanê.
Serokê berê George W. Bush bi daxuyanîyeke dîyar kir ku bi mirina Kissinger Amerîka di qada sîyaseta derve de yek ji dengên herî pêbawer û cihareng hinda kir.
"Ez ji mêjve heyranê wî mirovî bûm ku wek xortekî ji malbatek Cihû ji destê Nazîyan revîya, piştre di Artêşa Amerîka de şer ki. Dema kuew paşê bû wezîrê derve, erkdarkirina wî mîna penaberek berê bi qasî mezinahîya wî û mezinahîya Amerîka jî nîşan da," Bush got.
Kissinger di bin revebirîyên du serokan de xebitî, Richard Nixon û Gerald Ford ku wî sîyaseta derve kontrol kir dema ya Amerîka ji Vîetnamê vekişîya û bi Çînê re têkilî danî.
Rexnegirên Kissinger yê ku Xelata Aştîyê ya Nobelê wergirtibû bi taybet jî li ser medya civakî peyamên tund weşandin, jiber rola wî ya di danûstandinênser agirbesta şerê li Vîetnam ya di 1973’an de.
Di wan peyaman de, wek berteka ser mirina Kissinger gelek vîdyoyên pîrozbahîyê hatin weşandin.
Wek mînak, Sophal Ear ku li Zanîngeha Arizona ser aborîya sîyasî ya Kamboçya pispor e dibêje ku biryara bombekirinê ya Henry Kissinger pêkan e ku bûye sedema kuştina bi sed hezaran Kamboçyayî.
"Bombeyên ku di bin çavdêrîya Kissinger de li Kamboçya hatine avêtin, berdewam dike ku jîyana her mêr, jin yan zarokek ku rastî wan hatine wêran bikin," Ear dibêje.
Keçên Nixon, Tricia Nixon Cox û Julie Nixon Eisenhower, gotin ku bavê wan û Kissinger kêfxweşîya bo "hevkarîya ku nifşek aştîyê ya netewa me afirandîye," hevre kirine.
“Dr. Kissinger di vekirina dîrokî ya Komara Gel ya Çînê de û di pêşdebirina nermbûna di Yekîtîya Sovyetê de, xwedî rolekê girîng bû, ku hevdem dawibûnaya Şerê Sar da destpê kir,“ keçên Nixon gotin.
Wan herwiha anîn ziman ku dîplomasîya pir çalak ya Kissinger ya ser Rojhilata Navîn alîkarîya aramkirina alozîyên li wê heremê kirîye.
Serokwezîrê berê yê Brîtanya Tony Blair jî dîyar kir ku ew "heyranê" Kissinger e.
"Bê guman, mîna her kesê ku bi kêşeyên herî dijwar yên sîyaseta navneteweyî re rûbirû maye, ew jî carnan hate rexne kirin, heta şermezar kirin. Lê, wî tenê bo 'realpolîtîka' ya hişk armanc ne dikir, bi evînek rastîn ya cîhana azad û hewcedarîya parastina wê jî armanc dikir.
Ew çareserkerê pirsgirêkan bû, çi di warê Şerê Sar de, çi jbo Rojhilata Navîn, çi bo Çînê ba,” Blair got,
Serokê Îsraîlî Isaac Herzog jî dema li Tel Avîvê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re hevdîtin pêk anî ser mirina Kissinger axifî.
"Kissinger kevirê bingehîn yê peymana aştîyê danî, ku paşê bi Misrê re hat îmza kirin û gelek pêyvajoyên din yên li seranserî cîhanê ku ez heyranê wî mame," Herzog got.
Blinken jî dîyar kir ku Kissinger "bo her kesê ku vî karî dike, pîvan danî" û ew "gelek dilxweş e ku ku pir caran jî wî şîreta wergirtîye, herî dawî nêzî mehek berê.
"Pir hindik kesên mîna wî hebûn ku dîrokê baş dizanîn loma jî wî bi awayekîxurt û berbiçav rengê xwe da dîrokê," Blinken got.
Serokê Fransa Emmanuel Macron ser mirina Kissinger li ser X’ê peyama sersaxîyê parve kir.
"Henry Kissinger dêwek dîrokê bû. Sedsala wî ya raman û dîplomasîyê li ser dema wî û li ser cîhana me bandorek mayînde kir."
Rêberên welatê Kissinger, Almanya, pesnê dîplomatê berê dan, Cihûyekî ku di xortanîya xwe de tevî malbata xwe jiber Nazîyan revîyabû.
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz li ser X wiha nivîsî :
"Pabendbûna wî bi dostanîya transatlantîk ya di Amerîka û Almanya de girîng bû û ew her dem nêzî axa xwe yê Alman bû."
"Bi sîyaseta xwe ya nermkirin û bêçekkirinê, Henry Kissinger bingeha bidawîbûna Şerê Sar û guherîna demokratîky a li rojhilata Ewrupa damezrand ku rê li ber yekbûna Almanya vekir.