Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Henry Kissinger Koça Dawî Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Henry Kissinger şeva Çarşemê, di 100 salîya xwe de li mala xwe li Connecticut koça dawî kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken jî li ser mirina Kissinger got ku wî zîrektîya xwe, şîretên xwe tim bi kesên din re parve dikirin.

"Pir hindik kesên mîna wî hebûn ku dîrokê baş dizanîn loma jî wî bi awayekîxurt û berbiçav rengê xwe da dîrokê," Blinken got.

Kissenger di dema serokatîya Richard Nixon û Gerald Ford de ji Îlona 1973 heta Rêbendana 1977’an wekî Wezîrê Derve yê Amerîka xebitîbû.

Wî herwiha di navbera salên 1969 û 1975’an de wek Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî jî kar kiribû.

Kissinger jibo rola wî ya di qedandina Şerê Vîetnamê de di sala 1873’an de Xelata Nobelê ya Aştîyê wergirtibû.

Kissinger jiber karên xwe yên dîplomatîk hem dihat pesandin, hem jî rastî gelek rexneyan hatibû.

Kissinger wek zanistekî xwedîyê Xelata Aştîyê ya Nobelê dihat zanîn û ew bûbû kesitîykî navdar yê li seranser cîhanê.

Ew herwiha bi hin destketinên li Rojhilata Navîn dihat nasîn ku danûstandinên Peymana Sîna ya sala 1975’an ya navbera Misir û Îsraîlê û xebatên xurt yên jibo pêşvebirina pêvajoya aştî ya Ereb-Îsraîlî dihat zanîn.

XS
SM
MD
LG