Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Xi jibo Mirina Kissinger Peyamên Sersaxîyê Dan


Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê ser mirina Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Henry Kissinger sersaxî xwest.

Putin bi peyamekê ji xanima Henry Kissinger, Nancy re got ku ew dîplomatekî zana û dûrdîtî bû.

‘’Çend caran fersend çêbûn ku ez bi vî camêrê kûr û zana re peywendîyan çêkim û bêguman ezê wî bi bîranîna wî ya herî xweş di aqilê xwe de bigirim’’

Wî dîyar kir ku navê Henry Kissinger girêdayî peymanên Sovyetî û Amerîkîyan e ku bi wan girjîyên navneteweyî nerm bûn û ewlekarîya cîhanê jî xurt bû.

Kissinger, ku do Çarşemê di 100 salîya xwe de mir, salên 1970î di navbera Amerîka û Yekîtîya Sovyetê de rêkên dîyalogê yên jibo peymanên kontrolkirina çekên navokî vekiribû.

Şerê li Ukrayna girjîya di navbera Moskow û Washingtonê de ji krîza muşekê ya Kuba 1962’an vir ve rakir asta herî bilind ku Kremlîn ser rewşa peywendîyên niha dibêje di binê sifirê de ye.

Serokê Çînê Xi Jinping û karbidestên payebilind yên leşkerî yên wî welatî jî bi peyaman sersaxî ji malbata Kissinger re xwestin.

Kissinger meha Tîrmehê ya vê salê serdana Çînê kirib û serokî wî welatî Xi bi wî re hevdîtinek kiribû û ew wek hevalekî wan yê kevin dabû nasîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG