Ukrayna û Rûsya Hevdu bi Êrîşên Serê Salê Tawanbar Dikin

Piştî topbarana dawî ya li Donetsk, 1 Rêbendan, 2024.

Karbidestekî Rûsî ragihand ku roja Duşemê jiber topbarana giran ya hêzên Ukraynayî ser navenda bajarê Donetsk çar kes hatine kuştin.

Pushilin yê ku Moskowê erkdar kiriye got ku 13 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Derve ya Rûsya bi daxuyanîye topbarankirina Donetskê wek "kiryareke terorîstî" şermazar kir û got ku hêzên Ukraynayî binesazîya sivîl ya hereme armanc kiriye.

Ji aliyekî din ve, Qaymeqamê Belgorodê got, yek kes topbarana Ukrayna ya ser heremê de hatiye kuştin.

Qaymeqamê herêmê li ser Telegramê got, ji aliyekî din ve, kesek bi topbaranê li herêma sînorê Belgorod a Rûsyayê hat kuştin.

Herêma Belgorod ya ku 30 KM dûrê sînorê bakur yê Ukrayna ye, mîna heremên din yên sînorî yên Rûsya, tevahîya salê rastî topbaran û êrîşên dronan hatiye ku karbidestên Rûsî Ukraynayê pê tawanbar dikin.

Li alîyê Ukrayna, walîyê herêmê ragihand ku hêzên Rûsî êrîşeke dronî biriye ser bendera Odesa ya li başûrê welêt û di encamê de yek kes hatiye kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Walî Kiper dîyar ku bermahîyên dronên Rûsî li avahîyên niştecihbûnê yên li heremên cuda yên bajêr, bûne sedema gelek şewatan.

Şaredarê Odesa Henadii Trukhanov li ser medya civakî vîdyoyeke weşand ku ew avahîyek niştecihbûnê ya xirabûyî kontrol dike.

"Dibêjin hûn çawa Sala Nû pêşwazî bikin, hûnê salê wiha derbaz bikin. Lê, îsal Ukrayna ewê vê rêgezê pûç bike: emê bi biryar bin û bi ser bikevin," Trukhanov got.

Karbidestên li rojavayê Ukrayna yên li herêma Lviv, eşkere kirin ku Rûsya îro di destpêka serêsalê de, dijî zanîngeha li bajarê Dubliany êrîşeke esmanî pêk anîye.

Wan ragihandin ku di wê êrîşê de, avahîya zanîngehê û peykerê serfermandarê Artêşa Serhildêr ya Ukrayna (UPA) yê 1940’an zarar dîtîne.

Hêza esmanî ya Ukrayna da zanîn ku hêzên Rûsî herêmên Mykolaiv û Dnipro jî bi êrîşên esmanî kirine armanc.

Hejayê gotinê ye ku Ajansa Reutersê dibêje wê nikaribûye ku ragihandinên Rûsya û Ukraynayê bi awayekî serbixwe piştrast bike.

Her du alî jî red dikin ku ew di şerê ku bi dagirkirina Rûsya li Ukrayna di Sibata 2022’an de destpê kiriye de, sivîlan dikin armanc.

Jêder:Reuters