Artêşa Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku hêzên wê li nîvgirava Qirimê keştîya bi nave Novocherkassk ya Rûsî bi êrîşêke mûşekî binav kirine.
Hêza esmanî ya Ukrayna got ku wan di êrîşê de mûşekên krûz bikar anîne û keştîya Novocherkassk wêran kirine.
Yurii Ihnat, berdevkê Fermandarîya Hêzên Esmanî ya Ukraynayê, derbarê êrîşê ji Dengê Amerîka (VOA) re axivî û got ku di destê artêşa Ukrayna de, di derbarê cîh û barê keştîyê de û herwiha berevanîya esmanî ya Rûsî ku herêmê diparêze, agahî hene.
Ihnat nikaribû piştrast bike ka Novocherkassk bi dronên Îranê barkirî bû yan na.
Lê wî got ku pêkan e di keştîyê de dronên Îranê yan jî cebilxaneya ku Rûsyayê ji hevbendên xwe wergirtine ku li Ukrayna bikar bîne, hebûn.
Ihnat destnîşan kir ku kanîna artêşa Ukrayna ya di pêkanîna êrîşên wiha de baştir dibe û got ku Rûsya hêdî hêdî fîloya xwe ya Derya Reş û bandora wê winda dike.
Wezareta Berevanîya Rûsya êrîşa Ukrayna piştrast kir û got ku Novocherkassk ya li bingeha Feodosia zîyan ditîye.
Walîyê Kirimê Sergey Aksyonov, ku Rûsyayê ew erkdar kiriye, ragihand ku di êrîşê de kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.
Ji alîyekî din ve, artêşa Ukraynayê ragihand ku şeva borî li herêmên Odesa, Kherson, Mykolaiv û Khmelnytsk 13 ji 19 dronên ku ji alîyê Rûsan ve hatine têk birin.
Rûsyayê do Duşemê ragihandibû ku hêzên wê kontrola bajarokê Maryinka yê stratejîk li rojhilatê Ukrayna bidest xistine. Lê Kîevê ev yek red kir û got ku hêzên wê li nêzîkî Maryinka sê êrîşên Rûsî pûç kirine.
Herwiha wezareta darayî ya Ukrayna eşkere kir ku wê 1.34 mîlyar dolar alîkarî û kredîya nû wergirtiye; ku ji kredîya 1,086 mîlyar dolarî ya Banka Cîhanê, alîkarîyên bi 190 mîlyon dolarî ji Norwêcê, 50 mîlyon dolarî ji Amerîka û 20 mîlyon dolarî ji Swîsre pêk tê.
Li malpera parlemantoya Ukrayna şeva borî pêşnivîsa qanûneke nû hat weşandin, ku temenê leşkerîyê ya bo seferberîyê ji 27’an salan dadixîne 25’an.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di 19’ê Berfanbarê de gotibû ku artêşê pêşniyar kiriye ku 450 – 500 hezar Ukraynîyên din werin leşker kirin.