Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Şemîyê ragihand ku jimara kuştîyên êrîşa herî mezin ya esmanî ya Rûsya de gihêştîye 39 kesan.
Rûsyayê do Înê bi 158 mûşek û dronan êrîş birin ser bajar û bajarokên li seranserî Ukrayna.
Karbidestên Ukraynî êrîşên do wek ji destpêka şer di Sibata 2022’an de û vir ve xirabtirîn bombebarana esmanî ya Rûsî bi nav kirin.
Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku di êrîşên do yên Rûsya de herî kêm 39 Ukraynayî hatine kuştin û 159 jî birîndar bûne
"Xebatên jibo zelalkirina encamên êrîşên do yên Rûsyayê hîn berdewam dikin. Nêzîkî 120 bajar û gund, bi sedan cîhên sivîl zarar dîtine," Zelenskyy got.
Reuters Şemiyê ragihand ku di êrîşa îro Şemiyê 30ê Kanûna pêşî de ya ku weke êrîşa tolhildana êrîşên Rûsya tê binav kirin, 14 kes hatine kuştin û 108 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Rûsyayê jî ragihand ku 14 kes di nav wan de du zarok hatin kuştin û 108 jî birîndar bûn di êrîşên Ukraynayê yên "bê aramncgirtî" de ku tê îdiakirin ku nav wan de bombeyên goşeyî hebin, ku li dij navenda herama Belgorodê pêkhatine ya ku nêzî 30 kîlometran dûrî sînorê Ukrayna ye.
Rojnameya Kommersant li ser zarê çavkaniyekî nêzîkî Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku mûşekên ku ji çend roketavêjên li herêma Xarkovê ya Ukraynayê hatine avêtin, ketine navenda bajêr.
Çavkanî dibêjin Rûsya îdîa dike ku destê Brîtanya di êrîşa Ukrayna ya ser Belgorod heye.
Berevanîya esmanî ya Ukrayna ragihand ku wê di dema êrîşan de, 87 mûşekên Rûsî û zêdetirî 30 dron xistine xwarê.
Şaredar Vitali Klitschko got ku li paytext Kîevê, herî kêm 16 kes hatin kuştin, ku li bajêr di heyama 22 mehên şer de hejmara herî bilind ya kuştina sivîlan e.
Li Kîevê 1'ê Çile bo rêzgirtina qurbanîyan wek roja şînê hat dîyar kirin.
Klitschko herwiha da zanîn ku li bajêr depoyek û gelek avahîyên sivîl û bazirganî zarar dîtine.
Karbidestên xwecihî jî gotin ku xebatên rizgarkirinê li bajar û gundên din yên navend, başûr û rojavayê welêt berdewam kirin.
Bi giştî îsal li Ukrayna hewa li gor demsala zivistanê germ e û germahîya hewayê li dora derece ye, lê li bendê ye ku di dawiya hefteyê de dakeve jêr sifirê.
Jêder: Reuters