Tîmên Tenduristî yên Amerîka Nebûna Alavên Saxlemiyê bi Tundî Rexne Dikin

Pizîşk û alîkarên tenduristî yên Amerîka daxwaza alavên bêhtir ên saxlemiyê dikine ji bo rûbirûbûna vîrusa korona ya ku bi awakî berbiçav li Amerîka belav dibêye.

Daxwaza wan tê di demekê de ku hejmara nexweşên vîrusa korona li Amerîka 100,000 kes derbas kiriye û bêhtirî 1,600 kes mirine.

Pizîşk daxwaza textên nexweşxaneyan dikin, li gel maşînên ku alîkariya nexweşan dikin di henasvedanên de.

Nexweşxaneyên bajarê New Yorkê, New Orleans, Detroit û bajartên din ên ku vîrus lê belavbûye, huyşdarî li dor kêmbûna dermanan û alavên tenduristî û her wiha rahênana tîmên tenduristî dan.

Tê zanîn ku di 24 demjimêrên dawî de 18,000 keysên nû li Amerîka hatin tomarkirin.

Ev hejmara nû hîşt ku Amerîka di serê lîsta welatên tûşbûyên vîrusa korona de be, di nav de jî Çîn û Îtalya.

Pizîşka nexweşxaneya Brookdale li New Yorkê Dr. Arabia Mollette got:

“Em Ditirsine... Em hewl didine ku şer bikin ji bo jiyana kesên din, lê em ji bo jiyana xwe jî şer dikine, ji ber ku em di nava metirsiya wergirgtina vîrusê de ne.”

Amerîka di asta şeşan de ye di lîsta welatên ku bi awakî tund rastî vîsurê bûne, li gel 1,632 mirî ku ta şeva borî hatibûn tomarkirin, li gor amareka fermî ya ajansa Reutersê.

Li ser asta cîhanê, hejmara keysên vîrusê 600,000 derbas kiriye û bêhtirî 27,000 kes mirine, li gor raporta zanîngeha John Hopkins.

Jêder: Reuters