Belavbûna vîrusa korona (Covîd-19) li Tirkîyê her roj zêdetir dibin. Hejmarên ku têne dîyar kirin êdî radigîhîne ku li Tirkîyê jî xetereyeke mezin heye.
Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ragihand ku heta niha 92 kes jîyana xwe ji dest daye û 5,698 kes jî vîrusa korona pê re heye.
Wê da zanîn ku herî dawî ser 7,533 kesî de testa Covîd-19 hate çêkirin.
Vîrusa korona jîyana gel jî xiste bin bandora xwe. Rayadarên Tirkîyê di her daxuyanîyên xwe de pêşnîyar dikin ku bila kes li mala xwe dernekeve der.
Welatî jî herçiqas di derheqê vîrusa korona de agahdar bin jî, jiber pêdivîyan mecbûr dimînin ku derdikevin kolanan.
“Niha em hemû ketin nav malê. Erê, tendirustîya me girîng e, lê pêwîstîya me bi xebatê jî heye. Heke nexebitin emê pêrîşan bibin. Dewlet jî jibo debara me alîkarî nade, tenê dibêje ji malê dernekevin.”
Welatî Hîkmet Bal ku xebatkarê avasazîyê ye, dibêje ku ew derkevin derve jî bo wan xeter e, dernekevin jî heman tişt e.
“Ez xebatkarê înşaetê me. Mecbûr im ku bixebitim, jibo ku debara gelek kes li ser qezanca min e. Li malê pîrên me hene, zarok hene, cîyê ku em dixebitin new ewle ye. Çi bikin em jî nizanin.”