Serokê Amerîka Donald Trump paketa alîkarîya aborî ya jiber vîrusa korona hatibû hazir kirin îmza kir.
Ew paketa bi 2,2 trîlyon roja Çarşemê li Civata Senatoran roja Înê jî li Civata Nûneran hatibû pejirandin.
Hem Komarî hem Demokratan piştgirî dan paketê lê ti Komarî bo merasîma îmzayê ya li Qesira Sipî nehat vexwendin.
Li ber e ku Amerîkî heta sê hefteyan alîkarîya rastexwe bistînin.
Bo kompanîyên jiber vîrusa korona zarar dîtine dê 500,00 mîlyar dolar alîkarî were dayîn û bi mîlyonan malbat dê bi qasî 3000 dolar bistînin.
Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 100,000 kesan û pirtir 1500 kes kuştine.