Welatiyên Tirkiyê Li Derve  Dest Bi Dengdana Gera Duyem Ya Hilbijartinên Seroktiyê Dikin

Welatiyên Tirkiyê yên li derveyî welat roja Şemiyê dest bi dengdanê kirin di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de di navbera serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan û hevrikê wî Kemal Kilicdaroglu de, ku armanca wî ew e dawî li desthilata serokomar a bîst salan bîne.

Gera duyem ya Hilbijartinan dê di 28ê Gulanê de li Tirkiyê were kirin, piştî ku Erdogan nikaribû rêjeya 50% ya ku ji bo bidestxistina dengên serokatiyê pêwîst in qezenc bike.

Ji 64 milyon hilbijêran 3,4 milyon dengdêrên Tirkiyê li derveyî welêt mafê dengdanê hene û dê di navbera 20-24ê Gulanê de dengê xwe bidin.

Ajansa nûçeyan a dewletê Anadol got ku dengdanê li welatên Asya û Ewropayê dest pê kir. Almanya diyasporaya herî mezin a tirkan a cîhanê ye, ku li wir 1,5 welatiyên Tirkiyê mafê dengdanê hene.

Di dengdana Yekşema borî de, AK Partî ya desthilatdar a Erdogan û hevalbendên wê yên neteweperest piranîya rehet a parlemanê bi dest xistin.

Kiliçdaroglu, namzedê îtîfaqa 6 partiyan a opozisyonê, di hilbijartinên serokomariyê de ji sedî 44,88 piştgirî wergirt, li dû Erdogan yê ku ji sedî 49,52 bi dest xist, li berevajî rapirsiyan ku digot wê Kiliçdaroglu li pêş be.

Niha bal diçe ser namzedê neteweperest Sînan Ogan ku bi %5,17 bû sêyemîn. Her biryarek ji hêla wî ve ji bo piştgirîkirina yek ji her du berbijaran di pêşbirkê de dibe ku rolek diyarker hebe.

Gotinên Kiliçdaroglu piştî ku di gera yekem a dengdanê de li pey Erdogan derket û got ku hikûmetê destûr daye 10 milyon penaber derbasî welat bibin û eger ew bê hilbijartin ew ê hemûyan vegerînin welatê wan, gotinên Kiliçdaroglu ber bi neteweperestiyê ve çû. Di derbarê hejmara koçberan de tu belge nedan.

Li gorî amarên fermî Tirkiyê mêvandara nifûsa herî mezin a penaberan a cîhanê ye ku derdora 4 mîlyon e. Ogan helmeta vegerandina koçberan kiribû, di nav wan de 3,6 mîlyon Sûrî yên ku ji ber şer koçberî wir bûne.

Erdogan dibêje, tenê ew dikare aramiyê li Tirkiyê, welatê endamê NATOyê, misoger bike, di demekê de ku ew bi qeyrana lêçûnên jiyanê, enflasyona bilind û bandora erdhejên wêranker ên meha Sibatê re mijûl dibe.

Çavkanî: Reuters