Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Çep ya Kesk Dest bi Xebatên Hilbijartina Gera Duyê ya Serokomarîyê Kir


Partîya Çep ya Kesk piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê îro Înê cara pêşî daket qadan.

Sîyasetvanên Partîya Çep ya Kesk dibêjin ku ewê di gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewerepest (MHP) ji desthilatê gêr bikin.

Hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamantera hilbijartî yê Partîya Çep ya Kesk Salîha Aydenîz li Nisêbînê serdana dikandaran kirin.

Aydenîz dîyar kir ku ewê di 28’ê Gulanê de karê ku wan di 14’ê Gulanê de nîvçe hiştî temam bikin.

Ji Partîya Çep ya Kesk, Berîtan Guneş li Dêrikê, George Aslan li Mîdyadê, Kamuran Tanhan jî li Qoserê jibo gera duyê ya hilbijartinê xebat meşandin.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.

Partîya Çep ya Kesk, li hember berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan piştgirî dide Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

XS
SM
MD
LG