Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Babacan Ser Aborîya Tirkîyê Hişyarî Dide


Serokê Partîya Dad û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ji Twitterê bi gotina ‘’Feqîrî yan dewlemendî?’’ vîdyoyek belav kir.

Babacan dîyar kir ku ew jiber rewişa niha hem pir xemgîn e hem jî hêrsa wî rabûye.

‘’Min gotibû ku pansumanên demkî yên îqtidara niha dike ne çareserî ne û birînê kûr dikin. Ez nikarim bibêjim ez mafdar derketim, çinku jixwe herkesî dizanibû ku ez mafdar im’’

Wî dîyar kir ku bihayê dolar di 5 salên dawî de 4 qat zêde bûye û enflasyona ku Tirkîye hewil dide kêm raber bike jî nîşan dide ku di 5 salên dawî de biha 4 qat zêde bûne.

Serokê DEVA dîyar kir ku ew bi xemgînî radigihîne ku enflasyon dê zêde bibe û dê roj werin ku ew bi serîyan pîvazan bistînin.

Babacan got ku ger wisa bidome ewê feqîrî her ku here hîn zêde bibe û ser siberojê hişyarî da.

DEVA di Hevpeymanîya Netew de ye û piştgirî dide berbijarê wê tifaqê Kemal Kiliçdaroglu.

Hêjayî bîrxistinê ye, Babacan berê di Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de bû û sîyasetvanekî nêzî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bû.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG