Tirkîye Zindankirina Kavala Dirêj Dike

Osman Kavala ji Mijdara 2017'an ve girtî ye.

Dadgeheke Tirkîyê îro Duşemê biryar da ku karsaz û çalakvanê navdar Osman Kavala di zindanê de bimîne, tevî bangên nû jibo azadkirina wî.

Panelek ku ji sê dadweran pêk hat red kir ku Kavala were berdan û 21'ê Adarê wekî dema nû ya rûniştina guhdarîkirinê di doza wî de destnîşan kir.

Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirov (ECHR) banga azadkirina Kavala kiriye, lê Tirkîyê ev yek pêk ne anîye. Vê mehê, Konseya Ewrupayê (COE) kiryareke disîplînê li hember Tirkîyê derbarê vê yekê destpê kiriye.

Kavala di biryara Duşemê de li dadgehê ne amade bû û parêzerên wî ev yek kirine cîhê gumanê.

“Kavala di vê dadgehê da nayê darizandin, ew di civînên partîyên sîyasî de tê darizandin,” parêzerê wî Tolga Aytore ji dadgehê re got.

Osman Kavala ji Mijdara 2017’an ve bi tawana roxandina hikûmeta Tirkîyê di zindanê de ye.

Di sala 2019'an de ECHR biryar da ku Tirkîyê demûdest Kavala berde. Lê tevî ku Tirkîyê ku endama Konseya Ewrupayê ye û li ser Peymana Ewrupî ya Mafên Miro îmze kiriye, ew biryara ECHR û bangên ji wê çaxê ve paşguh xistiye.

Li gor COE’yê, ewê ECHR careke din lêvegerînekê bike ka gelo Tirkîyê biryara wê ya 2019'an bicîh anîye na na.

Dibe ku biryarek ji COE’yê di vê warê de li tijî Enqerê bibe eger rawestandina mafên Tirkîyê yê dengdanê yan jî derxistina ji tevahîya konseyê.

Enqere biryara ECHR'ê ya derbarê azadkirina Kavala wekî maytêkirin di karûbarên dadgehên xwecihî li Tirkîyê dibîne.