Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan YE bi Tundî Rexne Dike


Tirkîyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê ku di derheqê karsaz Osman Kavala dabû ne anî cî. Li ser vî jî Yektîya Ewrupayê ev pêvajoya binpêkirinê bi tundî rexne kir û wek fikareke cidî şanî da.

Li ser vê daxuyanîyên Yektîya Ewrupa jî Serokomarên Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dema diçû Ukrayna li Balefirgeha Esenbogayê ya Enqerê de daxuyanîyeke tund da û got, “Yên ku li hemberî dadgeha me rêz nagrin em jî li hemberî wan rêz nagrin.”

Erdogan ragihand ku li ser vexwendina Serokê Dewleta Ukrayna’yê Vladimir Zelenskî jibo civîna 10’emîn a Konseya Stratejîk ya Asta Bilind diçe Kîev’ê. Erdogan ev serdana jî gelek girîng nîşan da.

Serokomarên Tirkîyê li ser biryara Konseya Yekîtîya Ewrupayê ya di derheqê Osman Kavala de jî sekinî. Erdogan got, “Bi eşkere dibêjim yên ku dadgehên me nenasin em jî ewan nanasin. Ez vîya bêtir zelal dibêjim. Ana dadgehên me jî biryarek dane. Di vî alî de Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê çi gotîye, Konseya Yekîtîya Ewrupayê çî gotîye me zêde eleqeder nake. Em li bendêne ku li hemberî dadgehên me rêz bê girtin, lê yên ku li hemberî dadgehên me rêz nagrin em jî li hemberî wan rêz nagrin.”

Li ser daxuyanîyên Erdogan Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî daxuyanîyek da. Kiliçdaroglu wiha gise kir:

“Ev daxuyanî, li ser giramîya Dewleta Komara Tirkîyê wek derbeyeke. Ev daxuyanî vîya nîşan dide, ‘Di welatê me de zagona bingehîn tunene, zagon tunenin, em peymanên navnetewî nasnakin. Em bes di nav welatê xwe de, welatê xwe li gorî kêfa xwe birêva dibin.’ Heke we zagoneke bingehîn çêkirîye û têde ev tiştana hene, li gorî wê zagona bingehîn pêdîvîye ku biryarên Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrupayê jî were cîbicîkirin. Heke hun vîya nekin ew jî dîyar dike ku li vî welatê rejîmeke otorîter heye.”

Osman Kavala ji 1’ Sermawêzê 2017’an vir de di zindanê de tê girtin. Konseya Yektîya Ewrupayê di dawîya sala 2021’an de di derheqê karsaz Osman Kavala de ji Tirkîyê daxwaza berdanê kiribû û jibo Tirkîyê jî destpêkirina pêvajoya binpêkirina maf xwastibû.

ED_04_02_2022_Ewrupa_Erdogan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00
XS
SM
MD
LG