Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê Ser Biryara Dadgeha Ewrupî Derbarê Parlemanteran Daxuyanî Da


Avahîya Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirov li Strasbourg, Fransa.
Avahîya Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirov li Strasbourg, Fransa.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Pêncşemê daxuyanîyek derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrupayê (ECHR) ser 40 parlemanterên HDP’ê yên ku hikûmeta Tirkîyê parêzbendîya wan ya sîyasî ji ser wan rakirîye.

“Dadgehê biryar da ku rakirina parêzbendîyê mafê wan yê azadîya derbirînê mafê azadîya kombûnê,” HDP’ê di daxuyanîyê de got.

ECHR roja Sêşemê eşkere kir ku hilanîna parêzbendî û darizandina 40 parlamenterên HDPê li dijî madeya 10’an ya Peymana Ewrupî ya Mafên Mirov e.

Di gihiştina vê biryarê de, ECHR behsa dozên zindankirina sîyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş û parlemantera HDP’ê Filiz Kerestecioğlu Demir kir. Di dawîya sala 2020’an de, dadgeha Ewrupî banga berdana demûdest ya Demîrtaş kiribû.

“Em dixwazin tekez bikin ku hikûmeta Tirkîyê qebûl nekirîye ku biryarên ECHR yên vê dawîyê der dozên Osman Kavala û Selahettîn Demîrtaş dijî Tirkîyê bicîh bîne,” HDP’ê dîyar kir û got ku “Tirkîyê, ku endama Konseya Ewrupayê ye, bi awayekî qanûnî neçar e ku biryarên Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirov bicîh bîne.”

XS
SM
MD
LG