HSD'ê Hûrgilîyên Êrîşa Zindana Hesekê Eşkere Kir

Hinek şervanên HSD'ê piştî kontrolkirina zindana Giwêran li Hesekê.

Fermandarîya giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Duşemê daxuyanîyeke berfireh derbarê êrîşên vê dawîyê yên çekdarên DAIŞ’ê ser zindana Giwêran li bajarê Hesekê da.

HSD dîyar kir ku di şerê ku 20'ê vê mehê destpê kir de 374 çekdarên rêxistina tundrê hatin kuştin û 121 şervanên HSD’ê û karmendên zindanê di vî şerê de hatin kuştin. Ji bilî wan jî, çar welatîyên sivîl jî bûn qurbanî.

Zindana Giwêran, ku herwiha wekî zindana Sîna’a jî tê zanîn, do Yekşemê bi tevahî hate kontrol kirin, piştî ku şervanên HSD’ê bermayên DAIŞ’ê li nav hinek avahîyên girtîgehê têk birin.

HSD got ku “ev êrîş di encama planeke berfireh û demdirêj de pêş ket. Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin û li gorî îtirafên berpirsiyarên çeteyên êrîşkar yên ku hatine girtin, derkete holê ku heger plana wan ya li ser girtîgeha Sîna’a ya Hasekê bi ser biketana, wê hem êrîşî taxên dîtir yên Hesekê bikirana û hem jî wê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêrezorê êrîşên hemwext û hewildanên planê berfireh bixistana meriyetê û bi vî awayî wê DAÎŞê xîlafeta xwe ya qaşo Dewleta Îslamî a Duyemîn îlan bikirana.”

Şervanên HSD'ê nêzîkî zindana Giwêranê li Hesekê.

Newroz Ahmed, fermandara HSD’ê, di preskonferansekê de got ku çekdarên DAIŞ’ê “dixwest êrîşeke berfireh li seranserê herêmê pêk bînin û careke din teror û tarîtîya xwe li ser xelkên deverê ferz bikin û rêxistina xwe ya terorîst dîsa vejînin.”

Ahmed herwiha Tirkîyê bi alîkarîya DAIŞ’ê di vê êrîşa ser zindanê de tawanbar kir, lê ti belge di vê derbarê de nîşan neda.

Di çarçoveya şerê rojên dawî de, HSD’ê got ku hêzên koalisyona bi serkêşîya Amerîkayê jî roleke girîng di piştgirîya şervanên HSD’ê de lîst.

Di dawîyê de, HSD’ê bang li raya giştî û civaka navnetewî kir jiber derketina vê rewşa nû, divê ew bi awayekî mezintir alîkarîya HSD’ê û gelên bakur û rojhilata Sûrîyê bikin da ku DAIŞ careke din venegere.

Hêjayî gotinê ye ku ew girtîyên DAIŞ’ê yên di zindana Giwêranê de bûn, hatine veguhestin bo girtîgeheke ewle, li gor daxuyanîyeke koalisyona navnetewî dijî DAIŞ’ê.