Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka Pesna HSD'ê Dide


Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Duşemê daxuyanîyek derbarê êrîşa çekdarên DAIŞ’ê ser zindana Giwêran li bajarê Hesekê belav kir, tê de rola Hêzên Sûrîya Demokratîk bilind nirxand.

“Amerîka pesna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dide jiber bersîva wan ya qehremanî û karîger hember êrîşa berdewam ya DAIŞ’ê ser girtîgeha Hesekê û derdora wê,” Ned Price, berdevkê Wezareta Derve di daxuyanîyê de got.

“Em sersaxîya malbatên şervanên HSD’ê û pasevanên hatin kuştin dikin, û herwiha ew civakên ku zîyan ji tundûtûjîya DAIŞ’ê dît,” Price zêde kir û got ku “taktîkên tund yên DAIŞ’ê bi cidî tînin bîra cîhanê ku ev koma terorîst hîn jî metirsîyek e ku dikare û divê were têk birin.”

Daxuyanîyê herwiha dîyar kir ku bi xêra bersîva karîger ya HSD’ê, bi hevkarî ligel hêzên Amerîkî û yên Koalîsyonê, rêberên girîng yên DAIŞ’ê di hewildana azadkirina girtîyên DAIŞ’ê ji zindanê de hatin girtin an jî kuştin.

Price bang li hevalbendên Amerîkayê yên Koalîsyona dijî DAIŞê kir ku rewşa girtîgehên ku endamên DAIŞ’ê tê de ne ewletir û baştir bikin û welatîyên xwe yên ku li bakur û rojhilata Sûrîyê girtî ne, bi lez vegerînin welatên wan.

“Jibo van hewildanan, dê hikûmeta Amerîka programên xwe yên aramkirinê û yên din li deverê bidomîne,” daxuyanîya Price da zanîn.

Wî di dawîyê de got ku Amerîka û Koalîsyon, bi hevkarîya ligel hevparên xwecîhî, di têkbirina DAIŞ’ê de pêgir dimînin.

XS
SM
MD
LG