Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dawîbûna 'Paqijkirina' Girtîgeha Giwêranê li Hesekê Radigihîne


Hinek şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li nêzîk girtîgeha Giwêranê li Hesekê.
Hinek şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li nêzîk girtîgeha Giwêranê li Hesekê.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Yekşemê ragihand ku wan operasyonên xwe yên paqijkirina zindana Giwêranê li Hesekê bidawî anîye, çend rojan piştî ku ew girtîgeh ji destên çekdarên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst derxistibû.

Navenda Kordînasyon û Operasyonên Leşkerî ya ser bi HSD’ê ve eşkere kir ku zindan hate bi tevahî hate kontrol kirin, “piştî ku deverên herî dawî ku terorîstên DAIŞ’ê lê bûn hatin paqij kirin.”

Ev ragihand hate kirin çar rojan piştî ku HSD'ê careke din zindana Hesekê kontrol kiribû, piştî şerekî giran ku şeş rojan ligel çekdarên DAIŞ'ê dirêj kiribû.

Di wî şerî de DAIŞ’ê hewil dida ku girtîyên xwe yên di girtîgeha Giwêran de rizgar bike.

Karbidestên Amerîkî got ku girtîyên DAIŞ’ê hatine veguhestin bi girtîgeheke ewletir da ku DAIŞ careke din êrîş neke.

General Isaac Peltier, fermandarê Operasyonên Taybet yên koalisyona dijî DAIŞ’ê di daxuyanîyekê de got ku, “ev yek têkçûneke mezin ya DAIŞ bû ku êdî demjimêr bilez kir da ku were piştrast kirin ew girtî di girtîgeheke asêkirî de ne ku ticarî jê nerevin.”

Bi piştgirîya koalisyona bi serkêşîya Amerîkayê, HSD’ê dikarîbû bi danîna sînorekî derdora zindanê metirsîyê kontrol bike, daxuyanîyê dîyar kir.

Navenda ragihandina HSD’ê îro Yekşemê got ku fermandîya wê “derbarê êrîşa li ser zindanê di dema pêş de daxuyanîyeke berfireh bide.”

Lê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, ku bingeha wê li Brîtanyayê ye, di raporteke xwe de got ku di encama şer û pevçûnên Hesekê de 332 kes hatin kuştin, ji wan 246 çekdarên DAIŞ’ê bûn û 79 şervanên HSD’ê û hêzên ewlekarîya navnxweyî bûn.

Rojnamevan Hoşeng Hesen, ku ji nêzîk ve pêşketinên li Hesekê dişopîne, ji Dengê Amerîka re got ku hêzên Kurdan operasyonên xwe yên paqijkirinê li taxên derdora zindana Giwêranê didomînin.

“Piştî ku wan çekdarên mayî yên DAIŞ’ê xwe radest HSD’ê kir, niha êdî operasyonên paqijkirinê li çend taxên dora zindanê tên kirin,” wî got.

XS
SM
MD
LG