Beşdar Hesen parêzerê rojnamevanê girtî Silêman Ehmed dibêje, piştî nêzîkî 7 mehan di ser girtina wî de, wan du caran di girtîgehê de serdana Ehmed kirine û bi wî re danûstandin kirine.
Hesen dibêje, di du hefetyên pêşiya me de ewê Silêman were dadgeh kirin û "Mizgîniya azad kirina wî" ragihînin.
Beşdar Hesen, parêzerê dosyayê, ji Dengê Amerîka re got: "Me wek tîmeke parêzeran karî du caran Silêman Ehmed di zindanê de bibînin û me karî nûneratiya wî bikin û bi fermî bibin parêzerên wî."
“Derbarê tendirustiya Silêman de, rewşa wî gelek baş bû û ti pirsgirêkên wî yên tenduristî û derûnî tune bûn." Beşdar got.
Di 25ê Cotmeha sala borî de rojnamevanê beşa zimanê Erebî ya Rojnewsê û ku wî bi fermî mafê rûniştinê li Herêma Kurdistanê hebû û kar dikir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Metro ku 30 meha 10 hatiye weşandin dibêje, "di 30’ê Cotmeha 2023’an de Silêman Ehmed bi armanca serdana malbata xwe li Helebê û beşdarî merasîma şînîya bavê xwe bibe di 1’ê Cotmeha 2023’an çûye Helebê. Di 25ê Cotmeha 2023'an de di dema vegera jibo herêma Kurdistanê êdî diyar nemaye."
Beşdar Hesen derbarê sedema girtinê got, "Hin hûrgilî di dosyeya wî de hene ku em naxwazin di medyayê de werein behskirin, lê em hewl didin di demek nêzîk de bi hevkariya dadgeha tawanan ya Duhokê roja dadgehkirina wî diyar bikin, em li bendê ne ku di van du hefteyan de dadgeha wî çê bibe û em bikarin mizgîniya azadbûna wî radigihînin."
Lê parêzer Hesen bi dudilî dibêje, "Em bawer dikin û em hewl didin wî azad bikin, lê heta niha ne diyar ew yê were berdan yan nas."