Papa Francis di Hilcivîna G7 de Hişberîya Çêkirî Gotûbêj Dike

Papayê Vatîkanê Francis.

Papayê Vatîkanê îro Înê beşdarî civînên G7 li Îltayayê dibe bi armanca ku ligel rêberan mijarên girêdayî hişberîya çêkirî (AI) gotûbêj bike.

Yek ji armancên van civînan ew e ku prensîpên bikaranîna durist ya AI bi awayekî fermî werin danîn da ku rê li ber alîyên xirab yên vê teknolojîyê bigirin.

Papa Francis bixwe sala borî bû qurbanîyê bikaranîna xirab ya AI dema ku wêneyên wî bi awayên sexte hatibûn çêkirin û bi berfirehî ser înternetê hatibûn belavkirin.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni dixwaze însîyatîfa Papa Francis ya bi navê Banga Roma ya Etîkên AI bihêz bike. Ew însîyatîf bang li hikûmet, dezgeh û karsazîyan dike ku “siberojekê durist bikin tê de pêşketina dijîtal û pêşveçûna teknolojî xizmeta jîrbûna mirovahî û afirandinê, ne ku cihê wan bigirin.”

Tevî alozî û astengîyên derbarê vê mijarê, pispor dibêjin beşdarbûna Papa Francis di van gotûbêjan de dikare bibe sedem ku baldana ser etîkên AI bêtir bibe.