Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Rêberên G7 Dê Agirbesta Gaza Gotûbêj Bikin


Serokê Amerîka Joe Biden wê bang li rêberên Hilcivîna G7 bike ku koma çekdar Hamasê han bidin pêşnîyara peymana agirbesta Gaza qebûl bike ku Îsraîlê erê kiriye, karbidestê Qesra Sipî Jake Sullivan got.

Hilcivîna rêberên G7 ku heft aborîyên herî mezin yên cîhanê kom dike, li bajarê Borgo Egnazia ya Îtalya îro Pencşemê destpê kir û wê heta 15’ê
Hezîranê bidome.

Di Hilcivîna salane de, welatên hevbend ser siyaseta aborî û mijarên ewlehîyê yên cîhanê gotûbêj dikin ku Amerîka, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya û Brîtanya ne.

Jibo beşdarbûna Hilcivînê, Biden û şanda Amerîka, ku Sullivan jî di nav de ye, evara Çarşemê gihîşt Îtalyayê.

Biden pêşnîyara agirbesta bi sê qonaxî di 31’ê Gulanê de eşkere kiribû.

Hamas pêşwazîya pêşnîyara agirbestê kir, lê dibêje ku divê peyman dawîbûna şer garantî bike. Îsraîl vê daxwaza Hamasê hîn qebûl nake û wek redkirina tam binav dike.

Şêwirmendê Ewlekarîya Niştimanî Sullivan îro li Îtalya ragihand ku wê serok Biden, serokên G7’an ser danûstandinên agirbestê û çawa welatên wan dikarin piştgirîyê bidin pêvajoyê agahdar bike.

Wî got ku Hamasê di peymanê de hin guhertinan daxwaz dike ku pêkane çend werin kirin, lê herwiha yên din nabin, jiber ku ne li gor pêşnîyara Biden dîyar kiribû yan jî ya ku civata ewlekarî ya NY pejirandibû.

Karbidestê Amerîkî bal kişand ku Îsraîl pêşnîyara agirbesta bo rawestîna şerê 8 mehan li Gaza qebûl dike û armanc avakirina pirek bi Hamasê re ye, ku kêşeyên hene çareser bibin.

Sullivan bi berdewamî got ku wê gotûbêjên bi Qatar û Misirê re bidomin, ku bi Hamasê re bixebitin ku di demek nêzîk de peymaneke agirbestê pêk were.

Wî destnîşan kir ku loma divê cîhan Hamasê han bide ku ev jî pêşnîyara agirbestê qebûl bike û vê pêvajoyê têk nebe.

Sullivan herwiha bal kişand ser bandorên berfireh yên jiber zêdebûna rageşîya di navbera Îsraîl û Lubnanê de.

"Serok Biden wê tundî û berferehbûna êrîşên Hizbullahê li kûrahîya Israîlê, tevî li herêmên sivîlan jî gotûbêj bike," wî got.

Wî hevdem anî ziman ku agirbesta li Gazayê wê bibe alîkar ku aramî li wê heremê jî were pêk were.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG