Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên G7 Derbarê Bernameya Navokî Hişyarî Didin Îranê


Dîmeneke rêberên G7 li Îtalyayê.
Dîmeneke rêberên G7 li Îtalyayê.

Bernivîseke rêberên G7 nîşan dide ku ew bang li Îranê dikin ku bernameya xwe ya ser duristkirina çekên navokî pêşve nebe.

Rêberên G7 (grûpa heft aborîyên mezin yên cîhanê) di bernivîsê de, ku ji alîyê ajansa nûçeyan ya Reutersê ve hatiye dîtin, dîyar dikin ku ger Tehran muşekên balîstîk bide Rûsya ewê dijî wê hin tedbîran ragihînin.

‘’Em bang li Tehranê dikin ku girjîya navokî bisekinîne, paşve vekişîne, û kiryarên ser zêdekirina uranyumê, ku ti sedema wê ya sîvîl û pêbawerkirî tuneye, rawestîne.’’

Raporteke çavdêrê navokî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan dide ku Îran li kargehên Fordowê santîfujên pêşvebirina uranyumê bi cîh kirine.

Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) dîyar dike ku urayumê bi safîya 60 ji sedê bi kar tîne ku kalîteya çekên wê 90 ji sedê ye.

G7 dîyar dike ku Îran divê dîyalogeke cidî çêke û bi hevkarîya bi IAEA re nîşa bi-ide ku bernameya wê ya navokî aştîyane ye û garantîyan bide.

Îran dibêje ku ku armanca bernameya wê ya navokî aştîyane ye.

Rêberên G7 dîyar dikin ku ger Tehran jibo şerê li Ukrayna muşekan bide Rûsya û bi wê re peymanekê îmza bike ewê bi tedbîrên cidî bersîvê bidin.

Wan rêberan bang li Tehranê kir alîkarîya jibo Moskowê rawestîne û muşek û teknolojîyên peywendîdar nede wê ku kiryarên wisa dijî Ewrupa gefan çêdikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG