Dîdevan li Sûrîye dibêjin, bi sedan jin û zarokên Sûrî xwepêşandanek kir li dijî girtina nêzîkî 200 kesan li operasyona hikûmetê bo tepeser kirina xwepêşanderan.
Dîdevan dibêjin, ew xwepêşandan li ser rêya serekî ya navbera Tartûs û Banyas hat kirin û xwepêşanderan daxwaza azadkirina girtîyan kir.
Leşkerên Sûrî û çekdarên ser bi hikûmetê bi kêmî 200 kes girtin piştî hêriş kire ser gundê Bayde li roja Sêşembî.
Berevankarên mafên mirovan û bizavkar dibêjin, hêzên parastinê û piştevanên Beşar El Esed li wî gundî mal bi mal gerîyan û bi sedan kes desteser kirin.