Hêzêt Sûrî berev bajêrê Banyas diçin, piştî teqe kirin li bajêrî qewmîn ku çar xwenîşnderêt dijî hikûmetê hatîne kuştin.
Şahid dibêjin serbaz li ser tirekan û tankan vê spêdê li Banyas hatine belav kirin û cihêt xwe li rexêt bajêrî girtin. Bizavkarêt mafêt mirovan û şahid dibêjin hêzêt parastinê û çekdarêt ser bi hikûmetê çar xwenîşander kuştin û bi dehan kesêt dî birîndar kirin demê roja Yekşembî li mizgefta Al-Rehman kom bibûn bo rêveçûnekê li dijî hikûmetê.
Ragihandina dewletê dibêjît, neh efserêt parastina Sûrî hatine kuştin demê nobedarî dikir û bose liber wan hatibû vedan nêzîkî Banyasê ku weya dîyar e tolevekirin bûye.
Hikûmet van zêdegavîyan dikete xetayêt cerdekarêt çekdar û soz daye ku her alozkaryaka dî tepeser bikit. Eve pitire ji sê heftiyan ku xwenîşadanêt li dijî hikûmetê li Sûryê têne kirin û her pitir belav dibin.