Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundûtûjî li Sûrîye Berdewam e


Tundûtûjî li Sûrîye Berdewam e
Tundûtûjî li Sûrîye Berdewam e

Li gor rêberekê opozisyona Sûrî, Çekdarên ser bi hikûmetê hêriş kirin ser gundên nêzîkî bajarê Banyas. Heysam El Malih dibêje, hêzên ser bi hikûmetê hêriş kirin ser gundê Bayde û Beyt Cinad.

Hevdem, Komela Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) ragihand ku hêzên parastina Sûrî rê nedaye birîndarên xwenîşandanên li dijî hikûmetê bên derman kirin.

Komela Mafên Mirovan ya bingeh li Amerîka ragihand, karbidestên Sûrî rê neda ambulansan xwenîşanderên birîndar bi gehînin nexweşxanan li bajarên Daraa û Harasta.

Bi kêmî 26 xwenîşander li Daraa hatin kuştin hêzên parastinê teqe li wan kirî li nav û li dervey bajarî roja Înî.

Karbidestên Sûrî, komelên çekdarî berpirsîyar dikin beramberî tundûtûjîyan.

Berî pitir ji sê heftîyan, nerazîbûnên dijî hikûmetê li Sûrîye destpê kirin û her berbelav dibin.

Xwenîşander daxwaza reformên sîyasî dikin, bi taybet bi dawî înana rewşa awarte ya dehan sale ku li gor wê destê hikûmetê berdaye bo tepeser kirina nerazîbûnên giştî, rikaberîyê bend dike û rewayî dide girtina hevwelatîyan.

XS
SM
MD
LG