Dengdan Li Herêma Kurdistana Îraqê Di Dawî Dibe

Proseya dengdanê li herêma Kurdistana Îraqê demjimêr 6 êvarê (1500 GMT) bi dawî bû û encamên fermî dê piştî 24 demjimêran bêne ragihandin.

Ev hilbijartin di nava krîza aborî ya ku ji ber rawestana bi zorê ya hinartina petrolê û hevrikîya têkder di navbera herdu partiyên sereke yên siyasî de hat lidarxistin.

Di dengdanê de 100 qanûndaner tên hilbijartin û piştre dê serokê parlemanê, serokek û serokwezîrek ji bo herêma ku di sala 1991ê de xweserî bi dest xist, werin hilbijartin.

Neseqamgîrî zêde dibe, di demekê de ku herdu partiyên serdest, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di nav hevrikiyeke dijwar de ne, li ser hêz û çavkaniyan li herêmeke dewlemend bi petrol û gazê.

Hin şirovekar û siyasetmedarên kurd dibêjin, dema ku PDK bi serokatiya Malbata Barzanî û YNK bi serokatiya Talebanî serdestiya xwe ya siyasî didomînin, lê tu guhertinek mezin ber bi çareserkirina kêşeyê ve nayê pêşbînîkirin.

Serokê YNK'ê Pavel Talebanî piştî dengdana li Silêmaniyê got: "Hevalên hêja, zû werin û dengên xwe bidin, dereng nemînin, ez ji we daxwaz dikim ku dengê xwe bidin guhertina Kurdistanê û başkirina rewşê."

Hin dengderan dilgiraniya xwe li hember xirabbûna rewşa aborî û nebûna yekrêziya di navbera serkirdeyên Kurd de nîşan dan.

Mamosteyê xanenişîn Rizgar Hama, ku 65 salî ye, got: "Em ji sozan bêzar bûne. Pêdiviya me bi guhertineke rast heye da ku çareseriyek ji krîza meya darayî û paşxistina mûçeyan a bi salan re were dîtin."

Lê hin welatîyên din bi geşbînî ev hilbijartin nirxandin.

Rêzan Omer yê 35 salî, ku karmendekî ji Hewlêra paytext e, got: "Min îro deng da bi hêviya ku jiyana me baştir bibe. Ez bi demokrasiyê bawer im."

Hin agahîyên vê raportê ji ajansa Reutersê hatin wergirtin