Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyoza Amerîka Li Îraqê: Girîng E Her Kes Di Hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê De Dengê Xwe Bide


Balyoza Amerîka li Îraqê Alina Romanowski
Balyoza Amerîka li Îraqê Alina Romanowski

Balyoza Amerîka li Îraqê Alina Romanowski derbarê hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û got ku girîng e her kes beşdarî hilbijartinan bibe û dengê xwe were bihîstin.

Romanowski got,"Dengdan bingeha demokrasîyeke serketî ye. Her wiha em bang li hemû partî û kesayetên siyasî dikin ku bêyî tundî û tirsandinê hilbijartinên azad pêk bînin û hilbijartin nîşana gel bide."

Wê herwiha got: “Amerîka pabendî ewlekarî, aramî û serweriya Îraqê ye û bi hev re emê vê hevbeşîyê li gel hemû Îraqiyan û di nav de gelê Herêma Kurdistanê pêş bixin.”

Piştî helmeteke germ ji bo şeşemîn hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê ku roja 25ê Îlonê dest pê kiribû û di 15ê Cotmehê de bi dawî hat, îro Yekşemî 20ê Kanûnê hilbijartinên giştî dest pê kir.

Li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê bi sedan nûnerên çendîn welat û rêxistinên xwecihî û navdewletî, di nav de Neteweyên Yekbûyî, çavdêriya hilbijartinan dikin.

Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Îraqê Mihemed El-Hesen li Hewlêrê bi Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan re civiya.

Wî got,"Ev roj ji bo Kurdistanê rojeke dîrokî ye û em vê boneya demokratîk li gelên herêmê pîroz dikin. Em hêvîdar in her tişt bi aramî derbas bibe."

XS
SM
MD
LG