Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Bilind A Hilbijartinê: Dengdan Li Herêma Kurdistanê Nehênî Ye Û Nayê Eşkerekirin


KRG Election
KRG Election

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan daxuyaniyek belav kir û tê de piştrast kir ku hemû dengder ji wan gotegotên ku dibêjin deng tê eşkerekirin bawer nekin.

Daxuyanîya Komîsyonê got: "Tu kes nikare dengdana veşartî bibîne û eşkere bike, ji ber vê yekê em daxwazê ji dengderan dikin ku bi van gotegotan bawer nekin û bi bawerî dengê xwe bidin û piştrast bin ku di hundirê navendên dengdanê de telefonên destan û kamerayan bikar neynin."

Li gorî komîsyonê, heta nîvro, rêjeya beşdariya dengderan li ser asta Herêmê %31, Hewlêrê %34, Helebce %33, Duhokê %31, û li Silêmaniyê %29 bûye.

Çavkanî: Malpera Komîsyona Bilind a Hilbijartinan

XS
SM
MD
LG