Çavkanî: Sûriyê Hin Çekdarên Biyanî Bi Pileyên Bilind Tevlî Artêşê Dike

Desthilatdarên nû yên Sûriyê hin çekdarên biyanî di nav wan de Uygur, Urdunî û Tirk di nav hêzên çekdar ên welat de bi cih kirin, di demekê de ku Şam hewl dide komên serhildayan bike artêşeke profesyonel, du çavkaniyên Sûrî got.

Pêngava dayîna rolên fermî, di nav wan de yên payebilind, ji çend cîhadiyan re, dibe ku hin hikûmetên biyanî û hemwelatiyên Sûrî ji mebestên rêveberiya nû bitirsînin, tevî ku sozên wê li ser dernexistina pêş a şoreşa Îslamî û hukumkirina bi tolerans li hember girûpên mezin ên kêmîneyên Sûriyê.

Berdevkê hikûmeta Sûriyê bersiv nedaye daxwazek ji bo şîrovekirinê li ser ramana li pişt avêtina vê gavê.

Çavkaniyan eşkere kir ku ji 50 erkên leşkerî yên ku roja Yekşemê ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve hatine ragihandin, herî kêm 6 erkên leşkerî ji bo biyaniyan in.

Reuters nekarî bi awayekî serbixwe neteweya kesên hatine destnîşankirin nas bike.

Bi hezaran Misilmanên Sunnî yên biyanî tevlî serhildayên Sûrîyê bûn di destpêka şerê navxweyî yê 13-salî de ji bo ku li dijî desthilatdarîya Beşar Esed û milîsên Şî'î yên ku Îran piştgirîya wan dike, şer bikin, ku şer rengekî mezhebî da.

Hin çekdarên biyanî komên xwe yên çekdar ava kirin, hinên din jî tevlî grûpên berê damezrandî yên mîna Dewleta Îslamî bûn dema ku ew li seranserê Iraq û Sûriyê belavbû, bi kurtî xîlafeteke bi navê xwe ragihand berî ku ji aliyê Amerîka û hêzên bi piştgirîya Amerîka ve bên têkbirin.

Komên din ên cîhadîstên biyanî tevlî Heyet Tehrîr el-Şam(HTŞ) bûn, yên ku têkiliyên berê yên bi Qaîde û Dewleta Îslamî re red kirin û şerên xwînî li dijî wan kirin berî ku pêşî li pêşveçûna lezgîn a ku Esed di 8ê Kanûnê de hilweşand.

Ehmed Şeri’, serkirdeyê HTŞê, ku bûye serwerê dîfakto yê Sûriyê, bi dehan çekdarên cîhadî yên biyanî paqij kirine di çarçoveya kampanyayeke ji bo Sûriyê û nermkirina girûpa xwe.

Di axaftinên ku roja Yekşemê hatin weşandin de, Şeri’ got ku Sûriyeya nû "nikare bi zihniyeta kom û milîsan were birêvebirin".

Rêvebirên nû yên Sûriyê, ku bi giranî ji HTŞê tên, diyar kir ku dibe ku çekdarên biyanî û malbatên wan nasnameya Sûriyê werbigirin û destûr ji wan re were dayîn ku li wî welatî bimînin ji ber beşdariya wan di şerê li dijî Esed de.

Wezareta Berevaniyê roja Yekşemê 49 tayînkirin bo artêşê ragihand ku di nav wan de serkirdeyên komên sereke yên çekdar ên Sûriyê hene.

Di nav wan de çend çekdarên biyanî hebûn, sêyan pileya amîd û herî kêm sê kesên din jî pileya Aqîd wergirtibûn, jêderekî serbazî yê Sûrî got.

Çavkanî: Reuters