Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bayraktar: Tirkiyê Amade ye Elektrîkê Bide Sûriyê û Lubnanê


Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar got, Tirkiyê amade ye elektrîkê bide Sûriyê û Lubnanê û tîmek ji rayedarên hikûmetê ji niha ve li Sûriyê li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên wê yên enerjiyê dixebitin.

Tirkiyê, ku piştgirî da serhildêrên Sûrî yên ku Beşar Esed vê mehê piştî şerê navxweyî yê 13-salî rûxand, balyozxaneya xwe li Şamê ji nû ve vekir û berê jî têkiliyên di asta bilind de bi serokê nû yê dîfakto Ehmed Şeri’ re çêkirin.

Bayraktar li bajarê Şanliurfa yê li başûrê rojhilatê Tirkiyê ji rojnamevanan re got: "Dibe ku elektrîka ku Sûriye û Lubnan pêdiviya wan bi hinardekirina wê ji Tirkiyê re heye, di destpêkê de were dabînkirin û helbet piştî dîtina rewşa şebekeya veguheztinê em wêneyê hinekî din bibînin."

Şanda wezaretê roja şemiyê çû Şamê û li gor gotinên Bayraktar, berê wê li ser hevkariya enerjiyê ya muhtemel, di nav de jî şandina elektrîkê, gotûbêj bikin.

Wî got ku hêza sazkirî ya Sûriyê ya berî şer 8,500 megawat daketiye dora 3,500 megawat.

"Piraniya mezin ji xelkê hewcedariyên xwe yên elektrîkê bi jeneratoran dabîn dikin, lewra bi rastî hewcedariyek pir cidî bi elektrîkê heye," wî got.

Wî her wiha anî ziman jî ku tîma wezaretê li ser çawaniya bikaranîna çavkaniyên neft û gaza xwezayî ya Sûriyê digere.

Serok Recep Tayyîp Erdogan got ku Enqere ji bo nûavakirina Sûriyê çi hewce bike dê bike.

Tirkiyê niha elektrîkê dide hin deverên bakurê Sûriyê ku ji sala 2016an ve 4 operasyonên leşkerî li dar xistine.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG