Almanya Plan Dike 62 Milyon Dolar Ji Bo Dibistan û Projeyên Sûriyê Bide

Almanya roja Duşemê got ku ewê piştgirîya 60 milyon Euroyî (62.70 milyon dolar) projeyên li Sûrîyê bike ji bo pêşxistina perwerde, mafên jinan û warên din piştî rûxandina serok Beşar Esed.

Wezîra Geşepêdanê Svenja Schulze got ku "pencereyek dîrokî" vebû ji dema ku serhildayan di 8ê Kanûnê de dest danî ser Şamê, û Esed neçar kir ku bireve piştî bêtirî 13 salan ji şerê navxweyî û bidawîkirina desthilata malbata wî ya bi dehan salan.

Wê di daxuyaniyekê de got: "Dê çi biqewime hîna biryar nehatiye girtin. Lê derfeta geşepêdana erênî heye û divê êdî em her tiştî bikin da ku piştgiriyê bidin wê."

Nêzîkî nîvê projeyan li ser perwerdeyê bûn ku 25 mîlyon euro ji ajansa zarokan a UN UNICEF re, û 6 mîlyon euro ji bo grûpa alîkariyê Arche Nova, ku dibistanan ji bo nêzîkî 3,000 zarokan birêve dibe.

Schulze di daxuyaniyê de got, "Me hêviyên xwe bi zelalî nîşan dan: pergalek perwerdehiyê ya bê îdyolojî û ciyawazî û dûrxistin."

Daxuyaniyê got, 19 milyon euroyên din dê ji ajansa geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî UNDP re biçe, rêxistinên sivîl ên Sûrî dê 7 mîlyon euro bistînin, û 3 mîlyon euro jî dê ji fonek taybet a NY re ku piştgirî dide komên jinên Sûrî.

Hemû proje dê bi rêya rêxistinên nehikûmî û ajansên alîkariyê yên NY bên birêvebirin, ne bi rêya desthilatên nû yên Sûriyê, wezaretê got.

Çavkanî: Reuters