Berlîn Bang Li Îranê û Hêzên Din Dike Ku Rê Li Aloziya Rojhilata Navîn Bigirin

Rêwî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Rafîq Herîrî derdikevin di demekê de ku gelek sefer li Beyrûtê di 29ê Tîrmeha 2024an de dereng ketin an betal bûn.

Berdevkekî hikûmeta Almanî roja Duşemê got, hikûmeta Alman bang li hemû alîyên şerê Rojhilata Navîn, bi taybetî Îranê kir ku rê li zêdebûna aloziyê bigirin, piştî êrîşa bi mûşekî ya li Girên Golanê yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de, ku hefteya borî 12 zarok û ciwan kuştin.

Berlîn "bi teqez texmîn dike" ku êrîşa kujer a li ser qada futbolê ya li Girên Golanê ji hêla Hizbullah a Lubnanê ve, ku ji hêla Îran ve tê piştgirîkirin, pêk hat, berdevkê Wezareta Derve di civîneke çapemeniyê ya asayî de got.

Kiryarên vê dawîyê yên milîsên Hûsî yên bingeh li Yemenê, ku Îran piştgirîya wan jî dike, di hefteyên dawî de jî bi awayekî berbiçav beşdarî bêîstiqrarîya li herêmê kiribûn, wî got.

Êrîşa dawiya hefteyê tirsa pevçûneke berfireh li herêmê zêde kir, ku ji ber şerê Îsraîl li Gazayê, ku bêtirî neh mehan berê dest pê kiribû.

Wezîra Derve ya Alman Annalena Baerbock bi gelek kesan re di nav wan de hevtayê xwe yê Libnanî re axiviye di hewlekê de ji bo "kêmkirinaa loziyê û nehiştina wê ji mezinbûnê", berdevk got.

Wî got welatiyên Alman ên li Libnanê, ku tê texmînkirin nêzî 1,300 in, "bi lezgînî" tên şîretkirin ku ji welêt derkevin, ku niha hîn pêkan e.

"Em ji rewşa Almanan li ser erdê pir nîgeran in û tiştê ku divê were amadekirin amade dikin," wî got.

Çavkanî: Reuters