Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Îsraîlê Li Başûrê Libnanê 2 Kesan Dikujin


Hêzên Îsraîlî îro Duşemê êrîşên bejayî û êrîşên esmanî li başûrê Kerta Gazayê pêk anîn, di heman demê de bal hat kişandin ser sînorê Îsraîlê bi Libnanê re û ihtîmala zêdebûna pevçûnan di navbera hêzên Îsraîlî û mîlîtanên Hizbullah de.

Artêşa Îsraîlê got ku operasyonên wê yên li ser Gazayê şer li Refah û Xan Yûnisê û herwiha êrîşên esmanî yên li ser 35 xalên Hemasê li seranserê Kerta Gazayê di roja borî de kirine armanc.

Li gorî ajansa nûçeyan a Libnanê, îro Duşemê li başûrê Lubnanê êrîşeke Îsraîlê 2 kes kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Îsraîl û Hizbullah ji destpêka şerê li Gazayê di Cotmehê de, li ser sînor şerekî dijwar dimeşînin, ku tirsa pevçûnek herêmî ya berfireh zêde dike.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlî Yoav Gallant got ku hêzên wî dê piştrast bikin ku Hizbullah "bihayekî dide" di bersiva êrîşa mûşekî ya roja Şemiyê ku ji Libnanê destpê kir û qadeke futbolê li Girên Golanê ya di bin kontrola Îsraîlê de kir armanc. Di êrîşê de 12 zarok mirin.

Fikarên derbarê êrîşeke tolhildanê ya Îsraîlî hişt ku çend hêlên esmanî geştên xwe yên hatin û çûyîna Beyrûtê betal bikin.

Amerîka û Îsraîl Hizbullah bi wê êrîşa mûşekî tometbar dikin, lê mîlîtan berpirsyariya êrîşê red dikin.

Şerê li Gazayê bi êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ya li ser başûrê Îsraîlê dest pê kir û milîtanan 1200 kes kuştin û nêzî 250 kes jî dîl girtin.

Operasyona leşkerî ya Îsraîlê li Gazayê zêdetirî 39 hezar û 300 Filistînî kuştin, li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê ku di hejmartina xwe de ferqê naxe navbera milîtan û sivîlan.

Çavkanî: VOA

XS
SM
MD
LG