Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje, Ew Naxwaze Piştî Êrîşa Rokêtê Ya Li Golanê Alozî Derkeve


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Yekşemê got ku ew naxwaze pevçûnek li ser sînorê bakurê Îsraîl zêde bibe, piştî ku Îsraîl Hizbullah bi kuştina 12 zarok û xortan di êrîşek mûşekan de li Girên Golanê yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de, tawanbar kir.

Îsraîl roja Yekşemê got ku ewê bi tundî bersiva grûpa Îran piştgirîya wê dike Hizbullahê bide û evadawî berpirsyarîya êrîşê red kir.

Êrîşê tirsa pevçûnek berfireh li herêmê zêde kir, di demekê de ku alozî ji ber şerê Îsraîl li Gazayê zêde bûne. Êrîşa ku zêdetirî neh mehan berê dest pê kir, bi deh hezaran kuştin û kirîzeke mirovahî li dorpêça beravê ya teng derxist pêş.

Blinken got ku Amerîka bi Îsraîlê re derbarê bûyera li Girên Golanê danûstandinan dike û nîşan dide ku Hizbullah a Lubnanê rokêt avêtiye.

Blinken di konferanseke rojnamevanî de li Tokyoyê got, "Ez tekezî li ser mafê (Îsraîl) yê parastina welatiyên xwe û biryardariya me ya ji bo piştrastina wê yekê dikim ku ew dikarin vê yekê bikin." "Lê em jî naxwazin ku pevçûn mezin bibin. Em naxwazin ku ew belav bibin."

Blinken got ku ew ji ber mirina wan kesan dilgiran e û got ku di şerê li Gazayê de gihandina peymana agirbestê dikare ji bo aramkirina rewşa li ser sînorê Îsraîlê bi Lubnanê re bibe alîkar.

Blinken dibêje ku ew naxwaze piştî êrîşa roketên Golanê alozî derkeve

"Pir girîng e ku em alîkariyê bikin da ku wê pevçûnê bêbandor bikin, ne tenê pêşî li mezinbûna wê bigirin, nehêlin ku ew belav bibe, lê ji bo bêbandorkirina wê ji ber ku li her du welatan, hem li Îsraîl û hem jî li Lubnanê, gelek mirov hene ku ji welatê xwe koçber bûne, "Blinken got.

Tevî hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê, Qeter û Misirê, Îsraîl û tevgera Fîlîstînî Hamas hîna agirbesteke daîmî li Gazayê pêk neaniye.

Serokê Piranîya Senatoya Amerîkî Chuck Schumer roja Yekşemê gotina Blinken dubare kir û got ku mafê Îsraîlê heye ku xwe li hember Hizbullah biparêze.

Schumer di hevpeyvînekê de ji CBS News re got: "Îsraîl xwedî hemû maf e ku xwe li dijî Hizbullahê biparêze mîna li dijî Hamasê."

"Ez nafikirim ku kes şerekî berfireh bixwaze. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku tevgerên kêmkirina girjiyê hebin," Schumer got.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG