Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Soza Bersiveke Tund Dide Hizbullahê, Piştî Ku Rokêtekê 12 Kes Li Golanê Kuştin


Bi hezaran kes roja Yekşemê beşdarî merasîma oxirkirina 12 zarok û xortên ku ji ber êrîşeke mûşekan li Girên Golanê yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de hatin kuştin, di demekê de ku Îsraîl soza tolhildana bilez li dijî milîsên Hizbullah li Libnanê da.

Hizbullah berpirsiyariya êrîşa li ser Mejdal Şems red kir, ya herî kujer li Îsraîl an axa ku ji hêla Îsraîlî ve hatî girêdan ji dema êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê û ve şer li Gazayê gurr kir, ku ji wê demê ve li çend eniyan belav bûye û niha metirsiya wê heye ku bikeve nav pevçûnek herêmî ya berfireh.

Balafirên Îsraîlî bi şev li başûrê Lubnanê xistin, lê piştî vegera serokwezîr Benjamin Netanyahu ji serdana xwe ya Amerîkî û civîna kabîneya ewlekarî ya ku tê çaverêkirin demjimêr 16:00 pêk were, bersivek tundtir tê çaverêkirin.

Di vê navberê de, malbat ji bo cenazeyan li gundê Durzî yê Mejdal Şems li bilindahiyên Golanê kom bûn, axa ku ji Sûriyê di şerê Rojhilata Navîn a 1967-an de ji hêla Îsraîl ve hatî girtin û ji hêla pir welatan ve nayê nas kirin.

Serokê Meclisa xwecihî ya Mecdal Şems Dolan Ebû Salih di şîroveyên xwe yên ku li ser televizyona Îsraîlî hatin weşandin de wiha got: "Em di demên dijwar de ne, trajediyek giran, rojek reş hat serê Mejdal Şems."

Hizbullahê di destpêkê de ragihandibû ku wê mûşek avêtine cihên leşkerî yên Îsraîlî li bilindahiyên Golanê, lê destêwerdana wê di êrîşa ser Mecdel Şems de red kir û got: "Ti peywendiya wê bi bûyerê re nîne, û bi tundî hemû tohmetên derewîn di vî warî de red dike."

Lêbelê Îsraîl, got ku avêtina rokêtê ji deverek li bakurê gundê Şebaa li başûrê Lubnanê pêk hat, sûcdar kir bi awayekî eşkere koma ku Îran piştgirîya wê dike, û got ku Hizbullah ji kuştina zarokên ku fûtbol dilîstin "bê guman berpirs e".

Wezareta Derve ya Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: "Rokêta ku kur û keçên me kuştin rokêtek Îranî bû û Hizbullah yekane rêxistina terorîst e ku di cebilxaneya wê de heye."

Hêzên Îsraîlî bi mehan e bi çekdarên Hizbullahê re li başûrê Lubnanê gullebaran dikin, lê xuya ye ku her du alî ji aloziyekê dûr dikevin ku dikare bibe sedema şerekî berfireh, ku hêzên Amerîka û Îran jî bikişîne.

Şerê li Gaza piştî êrîşa 7ê Cotmehê ya çekdarên Hamasê li ser başûrê Îsraîlê hat destpêkirin, ku karbidestên Îsraîlî dibêjin di wê êrîşa Hamasê de herî kêm 1200 kes hatin kuştin û bêtirî 250 dîl girtin û bi xwe re birin.

Karbidestên saxlemîya Gazayê dibêjin, zêdetir ji 39,000 filistînî di êrîşên Îsraîlî de hatine kuştin, bê ku hejmara mîlîtan û sivîlan destnîşan bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG