Erdogan Dibêje Dê Tirkiyê li Dijî Talankerên Herêmên Erdhejê Tevbigere

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemîyê got ku hikûmet dê tedbîran bigire li dijî wan kesên ku talan û sûcên din li herêmê kirine, piştî erdheja wêranker ya vê heftîyê, di demekê de ku mijara ewlehîyê li wir derketiye rojevê.

Wî di serdana herêma karesatê de got: "Me rewşa awarte ragihand. Ev tê wê wateyê ku ji niha û pê ve, kesên ku destê wan di talan û revandinê de hene, bila zanibin ku destê hişk a dewletê li ser pişta wan e. "

Roja Înê wî got ku li hin deveran talan çêbûne. Nehat zanîn ku Erdogan behsa kîjan bûyerên revandinê dike.

Giringiya ewlekariya li herêma erdhejê derket pêş, piştî ku artêşa Nemsayê operasyonên rizgarkirina wê derê rawestandin, bi sedema "rewşeke ewlekarî ya her ku diçe xerabtir dibe", li gor peyvdarê artêşê.

Erdogan her wiha got ku bi sed hezaran avahî li seranserê başûrê Tirkiyê êdî ji rûniştinê re nabin û berpirs dê di demek nêzîk de dest bi proseya nûavakirinê bikin.

Wî got: "me plan kiriye em bi sed hezaran avahî ji nû ve ava bikin. Em ê di nav çend hefteyan de dest bi avêtina gavên berbiçav bikin."

Erdogan anî ziman ku hejmara miriyan li Tirkiyê bûye 21,043 kes.

Çavkanî: Reuters