NATO ragihand ku ewê ji Tirkîyê re tesîsên sitargehên demkî bişîne.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku sitargeh wê jibo parastina jîyanan kêrî Tirkîyê werin.
‘’Hevbendên NATO û şirîkên wan piştgirîyeke xurt didin hewildanên alîkarîyê.’’
Stoltenberg got ku ewê bo domandina alîkarîyan çi ji dest wan were bikin.
Li gor daxuyanîya NATO, tesîsên sitargehan bi derfetên germkirinê, jenaratorê û qadên dermankirinê dagirtî ne.