Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Rojekê ji Rizgarbûna ji Erdheja Tirkiyê Zeynep Kahraman Jiyana Xwe ji Dest Da


Tîmarizgarkirinê li bajarê Kirikhanê
Tîmarizgarkirinê li bajarê Kirikhanê

Rizgarkeran got roja Şemiyê ku welatiya bi navê Zeynep Kahraman li nexweşxaneyê mir, rojekê piştî ku ew ji bin kavilên avahiyeke hilweşiyayî li başûrê Tirkiyê hat derxistin, cihê ku tê de 104 demjimêran asê mabû.

Rizgarkerên Almanî roja Înê li bajarê Kirikhanê li başûrê Tirkiyê, Zeynep Kahraman a 40 salî ji bin kavilan derxist.

Wan rizgarbûna wê wek "mûcîzeyekê" anîbû ziman di demekê de ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî erdheja herî bikujer a herêmê di dehsalan de bi berdewamî terman derdixin.

Serokê tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Navnetewî ya Almanî Steven Bayer got, "Em nû ji xwişk û bira hîn bûn ku Zeynep bi xemgînî li nexweşxaneyê koça dawî kir."

Malbata Kahraman berî niha ji Reutersê re gotibûn ku piştî erdheja Duşemê bi du rojan tîmên rizgarkirinê gihîştin wir.

Karkerên Almanî bi Zeynep re têkilî danîbûn dema ku ew hîn kûr di nava kavilan de bû û wan bi riya xertûmekî av gihandibûn wê. Wan alîkariya xwîşka wê kiribûn da ku bi nêrdewanekê dakeve xwarê nêzîkî cihê Zeynep ku pê re biaxive.

Di erdheja roja Duşemê de li başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejmara miriyan niha ji 24 hezarî derbas bûye.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG